Ji bo DAÎŞ‘iyên Elman ên ji aliyê YPG/QSD’ê ve hatin girtin rêveberiya Berlînê hîn jî çareseriyek peyda nekiriye. Serokê DYE’yê Donald Trump û rêveberiya Rojava Sibata derbasbûyî bang kiribûn û gotibûn, “Welatiyên xwe bibin.” Lê belê hikumeta Elman a federal hîn jî ji bo welatiyên xwe yên çeteyên DAÎŞ’ê tiştekî nake. Malbatên DAÎŞ‘iyên ku li kampên li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê ne ji aliyê Elmanyayê ve nayên qebûlkirin. Lê belê dadgeheke herêmî ya li Berlînê rewşa hevser û sê zarokên çeteyekî DAÎŞ‘ê nirxand û biryarek wergirt ku dikare bibe mînak.
Malbata ku ji Eyaleta Saksonya Jêrîn a Elmanyayê ye û zarokên wê 8, 7 û 2 salî ne li kampa Holê dimînin.
Tê gotin, piraniya wan jin û zarok zêdeyî 200 DAÎŞ’iyên Elman di destê YPG’ê de ne.
BERLÎN