Piştî ku hêzên YPG/YPJ’ê herêma derdora Til Temir ji çeteyan paqij kir û herêm ewle bû, şêniyên herêmê vegeriyan malên xwe. Dadgeha Gel careke din dest bi karê xwe kir û deriyê xwe li welatiyan vekir. Dadgehê qederê meh û nîvekê navber da karê xwe, niha ji nû ve deriyê xwe vekiriye û heta niha ji 32 dozên hatine ber destê wê, 26 doz çareser kirine.
Di Dadegeha Gel a Til Temir de 9 kes ji hemû pêkhateyan dixebitin û 4 ji wan jin in. Xebat di nava 4 beşan hatine dabeşkirin. Di dîwanê de 2 kes, di dozgeriyê de 3, di desteya dadgehê de 3 û di beşê biryarê de kesek heye.
Rola jinan di dagehê de
Jin di hemû beşên dadgehê de cihê xwe digirin û rêveberiya beşan dikin. Di çareserkirina dozan de jî rola jinan pêşeng e, mehê carekê hemû jinên di dadgehê de dixebitin, civîna xwe ya xweser lidar dixin û mijarên elaqedarî jinan nîqaş dikin.
Endama Dadgehê Nadîn Ebdo destnîşan kir ku rola jinan di çareserkirina dozên welatiyan de li pêş e û got, armanca wan a sereke pêşxistina hevgirtina civakî ya di navbera hemû pêkhateyan de ye.
TIL TEMIR /ANHA