Doza ku Dadger Serheng Necip Yilmaz serokatiya dadê dikir, ji bo darizandina kujerên Harbî Arman yê di 20'ê Çileyê 1992'an de, Lokman Zugurlu yê di 10'ê tebaxa 1993'an de, Zana Zugurlu yê di 12'ê Îlona 1993'an de, Servet Arslan û Şabahattîn Latifecî yên di 7'ê tebaxa 1994'an de, Ahmet Ceylan û Mehmet Siddik Etyemez ên di 29'e tebaxa 1994'an de û Abdulkadîr Çelîk bîlek ê di 21'ê kanûna 1994'an de hate dîtin. Piştî ku Serheng Abdulkerim Kirca întîhar dir, dadgehê biryara neşondinê da. Heyeta dadgehê diyar kir ku daxuyaniyên Abdulkadîr Aygan ku îtirafkarê JÎTEM'ê ye ne rast in û anî ziman ku JÎTEM tuney e. Heyeta dadgeha leşkerî anî ziman ku sûcê bersûc Yuksel Ugur kiriye leşkeriyê girênade û tu saziyên bi navê JÎTEM'ê tune ye.
Sûcê leşkeriyê
Dadgeha leşkerî di biryarê de destnîşan kir ku sûcê hatiye kirin ne sucê leşkerî ye û têkiliya JÎTEM û TSK'ê bi hev tue ye. Heyetê da zanîn ku ji ber ev ne sûcekî leşkerî ye biryarê didin ku neşondina dozê bidin dosyayê bişinin dadgeha sivil. Li ser vê yekê dadgeha leşkerî biryara neşopandinê da û dosya şand 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê. Parêzerê bersûc Yuksel Ugur Hîkmet Îşler, jî îtîraz kir û diyar kir ku ji bo doz li dadgeha leşkerî bê dîtin dê serî li dadgeha bilind bide.
DÎHA /AMED