Li ser kolana giştî ya Amûdê dikaneke kevnareyan balê dikişîne ser xwe. Dikan ji aliyê kesê bi navê Elî Ehmed ve hatiye vekirin. Di dikanê de gelek tiştên kevin ên wekî radyo, fanos, xençer, qelûn û hwd. hatine bicîhkirin. Elî Mihemed van tiştan ji derdora xwe û welatiyên bajar dikire û li vê dikanê difiroşe.
Rojane gelek kes diçin dikanê û li kevnareyan dinêrin. Hinek jî ji xwe re wan dikirin.
Çîroka dikanê
Çîroka dikana kevnareyan jî balkêş e. Dikan di dema rejîma Baasê de aydî welatiyekî bû. Lê rejîmê dest daniye ser û wekî cihê dadgehê bi kar aniye. Di serhildana Qamişlo ya sala 2004’an de gelê bajar avahî şewitand.
Bi destpêkirina şoreşê re, dikan li xwediyê wê hat vegerandin û Elî Ehmed jî ji xwe re kirê kiriye.
Elî Ehmed dibêje, gelek kes ne tenê bi qest û mebesta kirînê tên dikana wî, her weha ji bo dîtina asarên kevnare tên dikanê, ziyaret dikin. Lewma navê dikana wî jî kirine Entîkxane.
KENDAL ŞÊXO/ANHA/AMUDÊ