Dadgeha Eyaletê ya Bilind a Stuttgartê, biryara 3 sal cezayê hepsê da ji bo siyasetvanê Kurd Salih K. Salih K. dikare di nava hefteyekê de li ber biryarê rabe.
Di rûniştina biryarê ya doh de Salih K. û wekîla parêzera wî Astrid Boxberg amade bûn. Dozgeriyê ji xala 129b ya Qanûna Ceza ya Elman xwest 3 sal û 6 meh ceza li Salih K. bê birrîn. Mahkemê îdîa kir ku delîlên xurt hene û doza dozger qebûl kir û 3 sal ceza li Salih K. birrî. Salih K. dikare di nava hefteyekê de li berbiryarê rabe.
Salih K. ji ber ku şert û mercên siyasetê li tirkiyeyê nemabûn, penayî Elmanyayê bû. Ew zewicandî ye û 3 zaerokên wî hene. Ji 21´ê Hezîrana 2018’an ve ew girtî ye û bi îdîaya di navbera 2016 û 2018´an de berpirsê PKK´ê yê Freiburgê bûye, ev doz li Salih K. hatibû vekirin.
PERVÎN YERLÎKAYA/STUTTGART