Meşên ku NAV-DEM’ê dixwestin organîze bike, ji aliyê hêzên dewleta Elman ve bi hinceta giştînameyên wezareta karê hundir ên 2017 û 2018´an dihatin qedexekirin. NAV-DEM´ê doz li van qedexeya vekir û Dadgeha Îdarî ya Dusseldorfê biryar da ku bi hinceta van giştînameyan mafê xwepşandanan bê astengkirin.
NAV-DEM’ê par xwestibû xwepêşandanekê li dar bixe, lê belê hêzên polîs ên Dusseldorfê bi hinceta biryarnameyên wezareta karê hundir ên qedexeya PKK´ê berfireh dikin, destûr nedabû vê xwepêşandanê. Rûniştina yekê ya dozê li Dadgeha Îdarî ya Dusseldorfê pêk hat. Dadgehê hincetên îstîxbarat, polîs û giştînameya wezareta karê hundir rast nedît û got, "Bi van giştînameyan nabe ku mafên azadiya xwepêşandan û îfadeyê nabe ku bên astengkirin."
Çav li rê ye ku NAV-DEM derbarê mijarê de îro daxuyaniyekê bide.
DUSSELDORF