Ez niha roman niviskarê alman Peter Prange ya bi navê „xwedêgerê“ (Die Gottessucherin) dixwînim. Mijara wê li ser; di sedsala şazdehan de katolik-kirina cihuyên Ewropê, xwerû yên Spanya û Portekizê rûniştiye. Wê demê li Ewropê du dad hebûn, yek ya papayê katoîkan ê Vatîkanê bû, yek jî yê qiraliyetên bi fermana papa tevdigeriyan bû. Lê dada papayê vatîkanê li ser dada qiralîyetan re bû.
Dema em îro li rewş û birêvebirina serkariya Tirkiyê dinêrin, dibînin ku li wir jî du serkarî hene. Yek ya sergerdeyê cematê yê li Pansilvanyayê rûdine, yek jî ya serkariya AKPê ye. Di mijara dadgeh û polîsan de dada sergerdeyê cematê li ser ya serkariya AKPê re ye û li dadgehan ew li gor berjewendiyê cematê ceza dibirin. Ji ber vê egerê jî paşiya girtinan û biryarên dadgehan yê bê hiqûqî nayên.
Di wê serdema katolik-kirinê de mirov bi boneyên vala dihatin girtin. Wek mînak ku cihûyek bi şaşî li kenişteyê binêriya; sê cihuyên ku bi zorê hatibûn vavtîzkirin, li hev biciviyana; di mala wan de diyariyekê ji bav û kalên wan heba, bi şaşî di rojekê ji bo katolîkan pîroz de goşt bixwarana; ji bê hemdan gotineke baweriya cihûyan dianî bîra mirovan, ji devê wan derketa; ew bi van boneyan dihatin girtin. Mîsyonerê katolîkan tilî dirêjê kî bikira, yan jî yaverê qiral bixweste, mirovên cihû dihatin girtin.
Di vê dema me de li Kurdistanê jî wiha ye. Mirov kêyfî tên girtin, tiştên gelek sivik ên di warê hiqûqê de tu wateya wê tune, dikin bahane û mirovan digirin. Peyayên cematê, serokwezîr, yan jî AKPeyiyek dest dirêjê kî bike, ew hima tê girtin. Dadgehên cematê li gor kêfa xwe yan jî li ser daxwaza cematê ceza dibirin.
Di wê demê de bi du awayî cihûyên bûbûn katolîk û maşeyê destên desthilatdarên katolîkan bikardianîn. Yek wek ajan, yek jî wekî propogandîst.
Li Tirkiye û Kurdistanê jî bi tevahî wiha kirine. Hin kesan wek ajan û cerdewan, hin kesan ji bi navê Kurdan, yan jî qaşo partiyeke Kurdan qanal bi qanal digerînin û wek maşeyekê bêkêrê bangaşiyê bikartînin. Wek mînak ew kesê ku benîştê xwe yê pênce sal berê hê dicû.
Li wê serdemê pêşengên cihûyan dihatin girtin û wek gere (rehîn) dihatin bikaranîn, tiştê ku wan ji cihûyan dixwestin, ku cihûyan ew nekirana, ew gere dihatin kuştin, yan jî dest û lingên wan dihatin jêkirin.
Niha jî li Tirkiyê wiha ye, rêberê gelê Kurd û bi dehezaran sîyasetmedarên Kurd girtine û wek gere derdixin pêş, gelek caran jiyana wan wek şantajê bikartînin.
Bi giştî katolîkên wê demê bi zelalî ji cihûyan re dibêjin, ya hûnê bibin katolîk û têkevin bin fermana me, xwe û çanda baweriya xwe ji bîr bikin, yan jî emê mafê jiyanê nedin we! Heta wek kole jî nedipejirandin. Sûtalên kuçeyan jî li dij wan sor dikirin û ew li ku bigirtana lînc dikirin, tu kesî jî ji lînckaran re tiştek nedigotin.
Di vê demê de jî hem Serkariya AKP û hem jî cemata tarî bê xwe tu kesî napejirînin û tu muxalefetê jî naxwazin, gelek bi zelalî dibêjin; ya hûnê têkevin bin fermana me û yan jî em mafê jiyanê nadin we! Li her bajarî sangole û sûtalên kûçeyan organîzekirine, ew êrişê Kurdan dikin, Kurdan lînc dikin, lê tu kes ji wan re tiştek nabêje.
Gelo evqas şibandin ne zêde ye? Yan birêz Prange li rewşa Kurd û Kurdistanê nêriye û wisa li ser katolik-kirina cihûyan a di sedsala şazdehan de nivisiye?
Eger ne wisa be, wê çaxê ev angaşt rast e. „Tê zanîn ku kesên zordestî dîtibin, di hin rewşan de wek heyfhilanînê wê kirina li dij xwe, yan jî li dij bav û kalên xwe li hemberê kes û gelên din dixin jiyanê.“ Li gor hin belgeyan Fetullah bi xwe sabatîst e, ango ew ji cihuyên Spanyayê ye û kalên wî di sedsala şazdehan de hatine Anatolyayê ye. Gelo ev kirinên wî yên li dij Kurdan tesadûf e û ji perwerdeya wî ya di nava kemalîstan de tê, yan jî ji vê bingehê wî tê? Baş tê zanîn ku di nava serkariya dewletê de jî hêjmara kesên wiha sabatîst gelek zêde ne.
Aşitî bi mejiyê sedsala şazdehan nabe! Aşitî bi heyfa bav û kalên sabatîstan ji Kurdan girtinê jî nabe! Aşitî di bin koteka dewleta kûr ya bi navê Otiken (Ergenekona kesk) de jî nabe! Aştî bi ketina bin fermana derdorên wiha jî nabe! Ku tu kes jî tiştekî wiha napejirîne. Aşitî tenê li ser hin bingehan di navbera du hêzan de pêk tê.
Li aliyê din dewleta Tirk dest daniye ser mafê gelê Kurd yê xwezayî, divê ew dest ji ser mafê Kurdan yê xwezayî rake ku em hê bikanin bahsa pêvajoya aşitiyeke lihevkirinê bikin.
Dadgehên katolîkan, Rewşa heyî û aşitî
Gava mirov rûpelên dîroka di nava toz û gemarê de xeriqî, werdigerîne; dibîne ku hin tiştên dîrokî ya tên dubarekirin, yan mînak tên girtin, yan jî bi hêviya bi wan methodan biserketinê ew pêkhatin wek referens tên girtin.