Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hasan Basrî Guzeloglû 8 karên Daîreya Karên Çand û Civakî ji kar derxist. Qeyûm, Lîsa Çalan a ku di teqîna mitînga HDP’a Amedê de ya di 5’ê Hezîranê de ji aliyê DAIŞ’ê ve pêk hatibû û di teqînê de her du lingê wê jê bûbûn jî ji kar derxist.

Lîsa Çalan ji 2016’an vir ve dixebite. Qeyûmê berê Cumalî Atîlla jî Çalan û 7 karkerên din ji kar derxistibû lê ew bi biryara dadgehê carek din vegeriyabûn karê xwe. Lîsa Çalan û derhêner Ruknettîn Gun û Rêzan Kaya, Zeycan Ateş, Sarya Yîgît Cengîz, Abdulhalîm Bîçer, Îslam Dagdevîren, Hoşyar Oncu bi hênceta “pêdivî bi van kadroyan nîne” ji kar hatin derxistin.

Çalan li ser rewşê got, Ez ê ji bo edaletê biçim dadgehê. Ez ê her edaletê bixwazim.”

 

MA/AMED