
Şeva din artêşa dagirker a dawleta Tirk bi çekên giran, hawan û tankan êrîşî nuqteyên şervanên YPG’ê yên li gundê Sorka yê navçeya Raco ya Efrînê kirin. Di êrîşan de 6 şervan şehîd bûn, 8 welatiyên sivîl birîndar bûn. Xelkê Efrînî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk berê xwe dan sînor. Hevserokatiya Kantona Efrînê û Desteya Rêxistinî ya Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava- Bakurê Sûriye li ser meselê daxuyanî dan û gotin ku mafê wan yê bersiv dayînê heye.
Li ser sîvilan gule reşandin
Artêşa Tirk pêr evarê bi çekên giran, hawan û tankan êrîşî nuqteyên şervanên YPG’ê yên li gundê Sorka yê navçeya Raco ya Efrînê kir.
Di êrîşa ku saet di 18.00’an de destpê kir de şervanekî Erka Xweparastinê jiyana xwe ji dest da û 2 şervan jî birîndar bûn. Du welatiyên sivîl ên herêmê ku dixwestin xwe bigihînin cenazeyê şervanê Erka Xweparsatinê ji aliyê leşkeran ve hatin gulebarankirin û ew jî birîndar bûn.
6 şervan şehîd bûn
Piştre Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) piştî êrîşên dewleta Tirk ragihand ku hejmara şervanên şehîd bûne 6 in û 8 welatî jî birîndar bûne.
5 ji wan şervanên Hêzên Erka Xweparsatinê ne û yek jî endamê Asasyîşê ye.
Xelkê Efrînê piştî ku şehadeta şervanên bihîstin li gundê Sorka kom bûn ji bo şermezarkirina êrîşên artêşa Tirk berê xwe dan sînor.
Koalisyona navnetewî hevkarê êrîşê ye
Hevserokatiya Kantona Efrînê daxuyaniyek da û got berpirsa vê êrîşê koalisyona navnetewî ye û divê helwesta xwe ya ji dagirkeriya Tirkiyê, nîşan bide.
Daxuyaniya Hevserokatiyê bi vî rengî bû:” Em bang li hêzên navnetewî dikin ku helwesta xwe ya ji vê êrîşê diyar bike û zextê li Tirkiyê bike da ku van êrîşên xwe yên li dijî axa Sûriyê rawestîne. Em berpirsyarê van êrîşan koalisyona navnetewî dibînin. Eger ew helwesta xwe diyar neke, em ê wê weke hevparê van êrîşan bibînin.
Em jî weke Kantona Efrînê em ê nikaribin xwe li hember van êrîşan bêdeng bikin. Eger ev êrîş li dijî rêveberiya xweseriya demokratîk dubare bibe, wê hêzên me yên YPG/YPJ’ê û Asayş bersiva pêwîst bidin.”
Desteya Rêxistinî: Mafê me yê bersivdayînê heye
Desteya Rêxistinî ya Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriye jî bi daxuyaniyek niviskî da xuyakirin ku dijminatiya dewleta Tirk a bi gelê Rojava yên ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan re sînorê xwe derbas kir û mafê wan heye ku ew axa xwe ya tê dagirkirin û mafê gelê xwe biparêzin.
Daxuyaniya Desteyê bi vî rengî bû:” Em bang li civaka navnetewî dikin ku bi rola xwe ya danîna sînorekî ji binpêkirina dewleta Tirk re rabe û em diyar dikin ku mafê gelê me yê bersivdayîn û berxwedana li hember van binpêkirinan heye. Em bang li QSD`ê dikin ku bersiva binpêkirinên dewleta Tirk li dijî gelê me pêk tîne, bide û bi berpirsiyariya xwe ya parastina sivîlan rabe.
Em bi bîra raya giştî ya cîhanê dixin ku dewleta Tirkiye ji bo astengkirina pirojeya federalîzmê û aramiya herêmê di nava hewldanan de ye. Dewleta Tirk bi hinceta şerkirina li hember DAIŞ`ê, Cereblus dagir kir û dixwaze Bakurê Sûriye jî dagir bike.
Her wiha em sersaxiyê ji malbatên ku zarokên wan li ser sînorê me yê Efrînê bi destê faşîma Tirkiyê, şehîd bûne re, dixwazin û hêviya şifaya lezgîn ji birîndaran re dixwazin.”
Kordînasyona her sê kantonên Rojava jî got ku Tirkiye bi van kiryarên xwe yên li dijî Rojava û Sûriyê dixwaze ku pirsgirêkên xwe derbasî Sûriyê bike.
ANHA/EFRÎN
Nasnameya 4 cangoriyan
Navenda ragihandinê ya Desteya Parastinê ya Kantona Efrînê nasnameya 4 endamên Erka Xweparastinê, eşkere kir.
Nasnameyên endamên Erka Xweparastinê wiha ne:
* Nav û paşnav : Rifat Reşîd
Cih û dîroka şehadetê :
Sorkê – 7/9/2016
* Nav û paşnav : Zekeriya Abêd
Cih û dîroka şehadetê :
Sorkê – 7/9/2016
* Nav û paşnav : Yûsêf Casêm
Cih û dîroka şehadetê :
Sorkê – 7/9/2016
* Nav û paşnav : Mihemed Xelef
Cih û dîroka şehadetê :
Sorkê – 7/9/2016
Eşîrên Ereb rabûn ser piyan
Eşîreyên Ereb ên Serêkaniyê bi xwepêşandanekê êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rojava û Bakûrê Sûriyeyê şermezar kirin.
Bi sedan welatî û rûspiyên eşîreyan ên Ereb li bajaroka Til Helef ya 3 km dikeve rojavayê bajarê Serêkanyê bi xwepêşandaneke girseyî êrîşên dewleta Tirkiyeyê yên li ser Rojava û Bakûrê Sûriyeyê şermezar kirin. Xwepêşandan bi durişmeya “Bijî biratiya gelan û ji AKP’ê re na” ji ber Avahiya Şaeredariya Gel a Til Helef dest pê kir. Welatiyên bajaroka Til Helef û gundên derdorî wekî Til Erqem û Ezîziyê ku beşdarî xwepêşandanê bûne, li kolana nîvê bajarkê Til Helefê sekinên.
Li ser navê Meclîsa Xeta Şehîd Ciwan Mehmûd El-Imeyîd êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava û Bakûrê Sûriyeyê şermezar kir û banga yekîtiya pêkhateyan li hemberî van êrîşan kir. Ciwan diyar kir ku bi hîmê biratiya gelan û jiyana hevbeş ew ê yektiya xwe ava bikin.
Ji aliyê xwe ve Endamê Yekîtiya Mamosteyan Ebdulezîz Îbrahîm got ku Tirkiyeyê bi van êrîşan xwe desthildariya xwe li ser xaka Rojava û Sûriyeyê ferz bike.
Di heman demê de Şêx Hemed Şihedê jî axivî û ev tişt anî ziman: “Di destpêka şoreşa Sûriyeyê de AKP’ê sînor li ber berjewendiyên xwe vekir û komên çekdar yên terorîst derbasî xaka Sûriyeyê kir.”
ANHA / SERÊKANIYÊ