Bi rasthatina Roja Çalakiyê ya Global a li dijî Dagirkeriya Dewleta Tirk, li seranserê dinyayê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin, bêdengiya hêzên cihanî hat rûreşkirin û banga piştgiriya bi Efrînê û gelê Kurd re hat kirin. Li Swêdê jî peyama boykotkirina Tirkiyeyê derket pêş. Di çarçoveya Roja Têkoşîna li Dijî Dagirkeriya Dewleta Tirk li gelek navendên Ewrûpa bi çalakiyan êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Efrînê hatin protestokirin. Bi rasthatina Roja Têkoşîna li Dijî Dagirkeriya Dewleta Tirk a Global, li gelek navendên Ewrûpa bi çalakiyan dewleta Tirk û çeteyên wê hatin şermezarkirin.Li bajarê Melbourne yê Awusturalyayê bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Victoria (NAV-KURD), Kurdistanî û Awusturalyayîyan dagirkirina Efrînê û bêdengiya cihanê protesto kir. Di çalakiyê de Profersor John Tully ê zanyarê beşa siyasetê ya Zanîngeha Victoria axivî û diyar kir ku hikûmeta Awûstûralyayê û NATO´yê êrişên li dijî Xûtayê şermezar kirin, lê êrişên li dijî Efrînê nedîtin. Sekretera Navneteweyî yê Partiya Karker a Fîlîpînê, Reina Mohideen jî got, wê li projeya Xweseriya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nihêriye û diyar kir ku lîderê niha yê Fîlîpînê, Dûderte û Erdogan pirr dişibin hev. Çalakî bi dirûşmên “Tirkiye ji Efrînê biceheme” û “Ji qirrkirina li Efrînê re bêdeng nemîne” bi dawî bû. BERLÎN: Li paytexta Elmanyayê Berlînê jî bi heman armancê mîtîngek hate lidarxistin. Mîtîng ji aliyê NAV-DEM Berlîn, DESTDAN Berlîn, Meclîsa Jinan a Berlîn, PYD Berlîn ve hate organîzekirin. Di mîtîngê de dirûşmên “Bijî Berxwedan Rojava”, “ Panzerên Elmanya ji Kurdistanê derkevin”, “ Erdogan faşîstekî qatil e” û “Terorîst Erdogan” hatin gotin. Di çalakiyê de hevkarên qirkirinê Elmanya, NY, YE û welatên koalîsyonê hatin şermezarkirin. BRAUNSCHWEIG: Li bajarê Elmanyayê Braunschweigê bi boneya rojê mîtîng û meşek hate lidarxistin. Çalakî ji aliyê NAV-DEM, HDK, SOLÎD, PARTIYA ÇEP, ANTÎFA û koma hevrêyên Kurdistanê ve li Braunschweigê hate organîzekirin. Di meşê de alên TJK-E, HDK, HDP û TEVDEM’ê hatin hilgirtin û bi zimanê Elmanî belavok hatin belavkirin. Çalakî bi dirûşmên “Bijî Berxwedana Efrînê”, “Terorîst Tirkiye” û “Terorîst Erdogan” bi dawî bû. NURNBERG: Li bajarê Elmanyayê Nurnbergê, li Aûsesplatzê bi sedan kesî êrişên faşîst ên dewleta Tirk ên li dijê Efrînê şermezar kirin û mîtîngeke piştgiriya bi HDP’ê re lidar xistin. Ji bilî vê li gelek bajarên din ên Elmanyayê jî çalakî hatin lidarxistin. BERN: Bi boneya 26’ê Gulanê, Roja Çalakiya Global li Dijî Dagirkeriya Dewleta Tirk li paytexta Swîsre Bernê meş û mîtîngek hate lidarxistin. Bi sedan kesên ku bi pêşengiya Yekîtiya Ciwanên Şoreşger (YCŞ) li Reitschule kom bûn, bi gotina dirûşman ber bi qada Hînden dem Kornhaûs ve çûn. Di mîtîngê de li ser navê CDK-S, PYD, HDK, Ciwanên Alternatîf ên Swîsre (RJG) belavokên bi Elmanî hatin xwendin. Di axaftinan de bal hate kişandinî ser tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd û dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyê wê ya li Efrînê. Bang li hêzên navneteweyî hate kirin ku li dijî van binpêkirinên mafê mirovan dengê xwe bilind bikin. LINZ: Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Awusturyayê Linzê çalakiyek li dar xist. Çalakî li Schîllerparkê bû, belavoka ku êrişên qirker û dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li dijî Kurdan tîne ziman hate xwendin. Li Swêdê banga Tirkiyeyê boykot bikin Êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a li Kurdistanê li paytexta Swêdê Stockholmê û bajarê Goteborgê bi çalakiyan hat protestokirin. Çalakî li Qada Jarn a Goteborg û Sergelgatan a Stockholmê hatin lidarxistin. Di axaftinên li ser navê NCDK´ê de êrişên dewleta Tirk a li dijî Efrîn, Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê hatin şermezarkirin û bang li raya giştî ya cihanê hate kirin ku li dijî polîtîkayên dargirker ên dewleta Tirk rabin û Tirkyeyê boykot bikin. NAVENDA NÛÇEYAN