Hêrsa gelê Başûrê Kurdistanê ya li dijî dagirkeriya Dewleta Tirk a li ser Başûr her roj dijwartir dibe. Gelê Başûr li Silêmaniyê dagirkerî bi çalakiyan şermezar kir û bang li hêzên Kurd, Iraqî û yên navneteweyî kir ku bi erkên xwe rabin.

Li Silêmaniyê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk meşek hate lidarxistin. Di meşê de bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê hate kirin ku li dijî Tirkiyeyê bibin xwedî helwêst. “Eniya Nîştîmanî ya Li Dijî Dagirkeriyê” jî doh bi armanca bi dawî lêanîna dagirkeriya Tirk li ser axa Iraq û Başûrê Kurdistanê serdana ofîsa nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê (UNAMI) ya li Silêmaniyê kir.

Li Başûrê Kurdistanê bertekên gel ên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de, li Silêmaniyê bi pêşengiya Eniya Niştîmanî ya Dijî Dagirkeriyê bi beşdarbûna hezaran kesî pêr meşek hate lidarxistin. Meşê li Cedaye Salim dest pê kir û heya Parka Nalî berdewam kir. Gelek çalakvan, ciwan, jin û beşên cuda yên civakê beşdarî çalakiyê bûn.

Qendîl kelha berxwedanê ye

Di meşê de pankarta, ‘Wê xelkê Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewelet Tirk a li ser Kurdistanê raweste’ hatin hildan. Her wiha dirûşmeyên weke; “Şervan in, gerîlla ne û pêşmerge ne’, ‘Em xelkê Silêmaniyê li dijî dagirkeriyê ne’ û ‘Derkevin derkevin dagirker’, ‘Bakur, Başûr û Rojhilat yek armanc û yek armanc’ û ‘Qendîl kelha berxwedanê ye.’ berz kirin.

Divê her kes li dijî dagirkeriyê rabe ser piyan

Piştî ku meş gihişt Parka Nalî daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniya ji aliyê Cîhad Kerîm ve hatî xwendin de hat gotin; “Divê tevahiya beşên civakê û bi taybet jin û ciwan li dijî dagirkeriyê rawestin û bibin mertalên zindî. Timî ser piyan bin. Her wiha divê hikûmet û parlamento bêdengiya xwe bişkênin û parlamentoya Herêma Kurdistanê rûniştineke taybet li ser dagirkeriyê pêk bîne.”‘

Bibin xwedî helwêst

 Bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê hate kirin ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bibin xwedî helwest û daxuyanî bi vî rengî dewam kir: “Divê hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê demildest dagirkerên Tirk derbixin derve û biryara her du hikûmetan, ya Iraqê û Herêma Kurdistanê, bêxin meriyetê.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê jî hat kirin ku bêdengiya xwe ya li dijî dagirkeriyê bişkênin û hat gotin; “Divê hemû aliyên siyasî xwe yek alî bikin. Herwiha divê civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan ên cîhanê zextê li Tirkiyeyê bikin, ji bo rawestandina  êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê.”

Eniya Nîştîmanî dagirkeriya Tirk xist rojeva UNAMI

“Eniya Nîştîmanî ya Li Dijî Dagirkeriyê” bi armanca bi dawî anîna êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û Iraqê doh serdana ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê (UNAMI) kir. Eniya Nîştîmanî li avahiya Walîtiya Silêmanî saet 11.00’an li ofîsa UNAMI hevdîtineke kurt pêkanî û piştî ku daxwazname hate radestkirin têkildarî hevdîtinê û naveroka daxwaznameyê daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayîn.

Erka xwe pêk bîne

Eniya Nîştîmanî li Ofîsa UNAMI naveroka daxwaznameya ku teslîm kirine, eşkere kir. Eniyê ragihand ku ji ber dewleta Tirk bi awayeke eşkere êrîşî Iraq û Başûrê Kurdistanê dike, wan ji UNAMI xwestine ku bi erka xwe rabe.

Banga li Konseya Ewlekariyê

Di daxwaznameyê de bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî jî hat kirin ku bi taybet ji bo derxistina leşkerên biyanî yên weke Tirkiyeyê kom bibe û her wiha zext li hikûmeta navendî ya Iraqê jî bike ku berpirsyarî û erka xwe ya di vê mijarê de pêk bîne.

Nûnerê UNAMI jî şandeya Eniya Nîştîmanî re got ku ewê vê daxwaznameyan wan bigihîne aliyên peywendîdar.

SILÊMANÎ