Hatina leşkerên Tirk a Başûrê Kurdistanê li Kelarê bi meşekê hat protestokirin. Piştî meşa ji aliyê Tevgera Azad û Ciwanên Azad ve hate lidarxistin, daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de Hevseroka Giştî ya Tevgera Azad Şîlan Şakir axivî, got, leşkerên Tirk li Kurdistanê hêzeke dagirker in û wiha dewam kir: “Kesên doh digotin, Kobanê hema hema ket, tenê ji bo dagirkirinê dikevin Kurdistanê” û xwest ku gel li hember vê rewşê bê deng nemîne.

Şakir xwest gel li her derê li hemberî dagirkeriyê nerazîbûnê xwe nîşan bide.


‘Bi derewa rizgarkirina Mûsilê nikarin kesî bixapînin’

Şakir got, pêwîst e xwedî were derketin li xeyalên şehîdên xelkê Başûrê Kurdistanê yê ku bi dehan salan e bi şer dijî. Şakir axaftina xwe wiha domand: “Li Başûr ji her malê şehîd hene. Em xwedî li xwîn û xeyalên şehîdên xwe derkevin. Her çi qasî hikûmeta Herêmê ya Kurdistanê hilweşiyabe jî, divê gelê leheng ê Germiyanê li hemberî vê rabe ser piyan û dakeve meydanan. Zîhniyeta ku dibêje, leşkerên Tirk ji bo parastina Mûsilê hatine, zîhniyeteke derewkar û sextekar e.” Şakir li hember kesên îdîa dikin ku leşkerên Tirk ji bo rizgarkirina Mûsilê hatine, ev bersiv da: “Li bendê nemînin ku em ji vê derewa we bawer bikin. Dema DAIŞ’ê, jinên Êzîdî li bazarên koleyan ên Mûsilê difirotin hûn li ku derê bûn? Niha bi kîjan rûyî hûn ji bo rizgarkirina Mûsilê behsa perwerdeyê, operasyonê dikin?”


‘Dema yekbûyîn û helwêst diyarkirinê ye’

Şakir di axaftinên xwe de helwêsta xelkê Başûrê Kurdistanê ya dema 2008’an operasyona Zapê ya li dijî dewleta Tirk jî bi bîr xist û got: “Her çawa gelê me di operasyona Zapê de li hemberî tankên Tirk bedena xwe kir mertal, pêwîst e îro jî xwediyê heman helwêstê be. Divê em zanibin ku tenê bi vê helwestê wê dagirkerî were pûçkirin.”

Hevseroka Tevgera Azadî, Şakir Şîlan destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide di sê merheleyan de têkoşîna azadiya gelê Kurd tesfiye bike û wiha peyivî: “Gava yekemîn pêkanîna tecrîdkirina Rêbertiya me ye, piştre xwest HDP’ê tesfiye bike, merheleya herî dawî jî di şexsê Kobanê de bi şikandina hêza berxwedana gelê Kurd hedef kir ku tevahiya têkoşînê tesfiye bike.”


‘Em ê dagirkeriya dewleta Tirk bisekinînin’

Herî dawî Şakîr got: “Îro ne dema tirsê, pasîfbûnê, li pişt mayinê ye. Em baş dizanin ka leşkerên Tirk ji ber çi hatine Mûsilê. Bila kes hewl nede ku henekên xwe bi me bike, me bixapîne. Nikarin vê bikin. Em wek Tevgera Azadî, bibe sedema çi bila bibe, em ê dagirkirina leşkerên Tirk bisekinînin. Ji bo vê jî bi rêbazên siyasî dibe, aborî dibe, leşkerî dibe, êdî çi rêbaz pêwîst be, em ê wan bikar bînin û li hemberî dagirkirina Tirk têkoşîna xwe bidomînin.”

Li ser navê Ciwanên Azad, Perwer Refet Sidiq jî got, ji ketina axa pîroz a Başûrê Kurdistanê ya leşkerên Tirk hikûmeta Başûrê Kurdistanê berpirs e, û wiha axivî: “Îro hikûmet li hemberî dagirkirina Başûrê Kurdistanê bê deng dimîne. Heta bi xwe jî hêza dagirker dawet dike. Wek ciwanên Kelarê heta dawiyê em ê li dijî vê li ber xwe bidin. Eger em vê nekin, divê em zanibin ku îro yên hatin Mûsilê wê sibê derbasî herêma Germiyanê bibin, jê û şûn de wê bajarên me yên cuda ji xwe re bikin hedef.” 


 ROJNEWS/KELAR