KOLN: Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Koln ê Elmanyayê dijîn, dagirkirina Cerablûsê û komkujiyên dewleta Tirk ên li Rojavayê Kurdistanê pêk aniye, şermezar kirin. Bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Viyan bi vê armancê çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê belavok hatin belavkirin û xwendinde dirûşmên “Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime”, “Terorîst Tirkiye ji Kurdistanê bicehime” û “Ewropa xwedî dike, Tirkiye bombe dike” hatin qîrîn.
BREMEN: Li bajarê Bremen ê Elmanyayê, dagirkerî û komkujiya dewleta Tirk li Cerablûsê kiriye, hat şermezarkirin. Di çalakiyê de bi pankartan bal hat kişandin ser komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine kirin û dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Rojava” hatin qîrîn. Di mîtîngê de ku komên çep ên Elman jî lê amade bûn, belavok hatin xwendin.
HAMBÛRG: Li ser banga lezgîn a ji bo çalakiyan, Kurdistaniyên li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê dijîn li Hachmannplatzê li hev civiyan, dagirkeriya artêşa Tirk û komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve li Cerablûsê hat kirin, şermezar kirin.
Nivîskar Anja Flach li mîtîngê axivî û diyar kir, hedefa dewleta Tirk ne çeteyên DAIŞ‘ê ye, lê rêveberiya xweseriya demokratîk a li Rojava ye. Flach destnîşan kir, ku Cerablûs bûye deriyê cîhadîstan û komên din ên pê berê xwe didin Ewropayê. Flach işaret bi xeteriya vê rewşê ji bo welatên Ewropayê kir û bang li raya giştî ya cîhanê kir, ku li dijî vê hewldana dagirkeriyê û komkujiyan bisekine.
OSLO: Çalakiya ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Osloyê ve hat organîzekirin, li pêşiya Parlamenta Norwêcê hat lidarxistin. Kurdistaniyên ji çar parçeyên Kurdistanê beşdarî çalakiyê bûn û dirûşmên “Tirkiye terorîst”, “Kujer Erdogan” û “Ji Ocalan re azadî” qîriyan. Di çalakiyê de li ser navê tevgera Kurdên Ciwan, YNK, Goran, PYD, Tevgera Azadî û KNK’ê axaftin hat kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN