ARIF SILÊMAN / XANDÎ ELO / ANHA / ŞERAWA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di meha Adar û Nîsanê de topbaranên li ser gundên navçeya Şêrawa ya Efrînê zêde kirine. Di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de zaroka bi navê Ibtîsam Ehmed a 16 salî ku ji gundê Tinibê ye şehîd bû. Her du xwişkên wê Xifran El-Ehmed a 14 salî, Fatme  ya 17 û dayîka wan Diya El-Erec a 42 salî jî birîndar bûn.

Malên wan wêran kirin

Her wiha gundên Soxinekê, Aqîbe, Ziyaretê, Tinib û Keştarê jî bê navber ji aliyê artêşa dagirker ve tên topbaran kirin. Çeteyên dagirker ji gundên Cilbirê, Basilê û Kîmarê êriş dikin. Di encama topbarana dijwar de gelek sivîl şehîd bûn, bi dehan birîndar bûn û zirarên madî gihiştin malên sivîlên van gundan.

Derketina ji gund red dikin

Tevî wê jî çeteyan pêr derdora 30 malên li gundê Cilbirê yê girêdayî Şêrawayê bi dozeran rûxandin. Rûxandina malan ji saet 9:00`an heta 12:00`an bê navber dewam kir. Çeteyan malên sivîlan vegerandin xirbeyan. Tevî hemû êriş û zextan jî şêniyên herêmê li gundên xwe ne, karên xwe yên asayî dikin û derketina ji gund red dikin.

Jina bi navê Cûrî Berekat ku ji gundê Soxinekê yê navçeya Şêrawayê ye dibêje;  “Çeteyên artêşa Tirk a dagirker yên ku li Kîmar, Cilbirê û Basilê bi cih bûne rojane malên sivîlan topbaran dikin. Ev jî îsbat dike ku dagirkeriya Tirk bi aramanca kuştina gel, wêrankirina gundan û guhertina demografiyê li Sûriyê ye.”

Em bi serbilindî li ber xwe didin

Cûrî Berekat got, li gund, ji bilî sivîlan kesek tine ye û bi pirsa Gelo topbaran ji bo çi ye, wiha dewam kir: “Em ji wan re teqez dikin ku em ji topbarana wan natirsin. Em ji gundê xwe dernakevin û em dest ji axa xwe bernadin. Em li gundê xwe li ber xwe didin. Bila Erdogan zanibe ku em ji artêş, çete û siyasetên wî yên kirêt ên li ser gelê Sûriyê natirsin. Gelê me dê bi ser bilindî li ber xwe bide.”

Heta rizgarkirina Efrînê

Jina bi navê Eyşe Mele ya 55 salî ya ji navçeya Şiyê ya kantona Efrînê ye jî got, “Em niha li gundê Soxinekê yê navçeya Şêrawayê dimînin. Her roj topên dagirkeriya Tirk li ser serê me dibarin. Em ji wan natirsin. Em ê bi vîna xwe li hember wan heta rizgarkirina Efrînê bisekinin.”