Miting bi mebesta rûreşkirina dewleta Tirk, AKP ê û Erdogan hatî lidarxistin ji aliyê PYD Berlîn ve hate organizekirin û nûnertiya Rojava, Ciwanên Rojava Berlin, NAV-DEM Berlin jî tê de amade bûn. 

Di mitingê de pankart û alên YPG-YPJ û PYD ê hatin hildan. Girseya çalakger bênavber: “Kujer Erdogan”, “Faşîst AKP”, “Terorist Erdogan”, “Rojava ji we re dibe goristan”, “Merkel finanse dike, Erdogan dikuje” û “Bijî hevkariya enternasyonalî” qêriyan.

Nûnerê Rojava yê Elmanya Sîpan Îbrahîm di mîtîngê de axivî û got: Dewleta dagirker a Tirk ne îro, ji destpêka şerê navxweyî yê Suriyeyê ve di nav şer de ye û tim jî li dijî me şer kiriye û dike. Em li hemberî ketina wan a Cerablusê û êrîşên wan yên li ser hêzên QSD ê şaşwaz nemane, ew her di nav şer de bûn, bi tenê îro eşkeretir xwe didin xuyakirin.

Sîpan Îbrahîm bi berdewamî wiha axivî: Derbasbûna wan a Cerablusê ji bo parastin û xurtkirina DAÎŞê ye. Operasyona Minbicê 73 roj dewam kir û 7 hezar mayin jê derketin, li Cerablusê bê ku teqînek jî çêbe di saetekê de bajar ket destê wan, ya rastî ew teslîmê wan kirin. Îbrahîm herwisa got ku ne Kurd û ne jî gelên pêkhateyên li Rojava dagirkeriya Tirk û yên ti kesî jî qebûl nakin. Dinya çawa serkeftina Kobanê silav kiriye dê ya li dijî dewleta Tirk a dagirker jî silav bike.

Mitinga rûreşkirina dewleta Tirk a dagirker bi axaftinên şermezarkirina barbariya AKP ê û Erdogan û dirûşmeyan ve bi dawî bû.


YEKO ARDIL / BERLIN