Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di çalakiyên li dijî eskerên artêşa Tirk de li Bazîd 15, li Cizîr yek jê serpel 4 û li Çelê jî 4 leşker hatin kuştin.
HPG’ê da zanîn ku gerîlayan 1’ê Cotmehê êvarê derb li eskerên ewlekariya qereqol û qereqolên nû yên di navbera Qesrikê û Şaxê xistine û yek jê serpel 4 esker kuştine, pê re jî gelek esker birîndar kirine.
Gerîlayan piştî vê çalakiyê 2’yê Cotmehê li Girê Gertê eskerên li wir bicihbûyî kirin hedefa çalakiya xwe, lê nehat zanîn çend esker hatine kuştin. 3’yê Cotemhê jîgerîlayan li nêzî gundê Şaxê eskerek di çalakiyekê de kuşt.
HPG´ê wekî din da zanîn kugerîlayan 5’ê Cotmehê êvarê li dijî otobuseke polîsên bi paye û polîsên tîmên taybet li devera Gurbûlak a Bazîd a ser bi Agiriyê, di ketina navçeya Bazîdê de çalakiye li dar xistiye. Di vê çalakiyê de gerîlayan otobus bi temamî rûxand û herî kêm 15 polîsên tîmên kuştin û 20 ji wan jî birîndar kirin.
HPG got, di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, gerîlayan 5’ê Cotmehê nava rojê li dijî eskerên li Girê Şehîd Bager li nêzî Girê Koordîne yê girêdayî naveçeya Çelê ya Colemêrgê, çalakiyek li dar xistiye, 3 çeper rûxandine û 3 esker kuştine.
4’ê Cotmehê jî gerîlayan li devera Çeperê Şêxa ya girêdayî Çelê jî herî kêm eskerek kuşt.
NAVENDA NÛÇEYAN