Dagirker li Kurdistanê nahewe
Gerîlayên HPG û YJA Starê li seranserê Bakur û Başûrê Kurdistanê di çalakiyên 23’yê Tîrmehê de 35 eskerên artêşa Tirk a dagirker kuştin û bi dehan esker jî birîndar kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku gerîlayên wan li Şemzînan, Çiyayê Govendê, Lêlikan, Çelê û li Bazîdê 35 eskerên Tirk ên dagirker kuştine. Bi vî awayî jî piştrast kir ku gerîlayên Kurdistanê wê nehêlin ku Dagirker li Kurdistanê bihewin.
HPG´ê deriyê Pan li wan teng kir
HPG’ê wekî din diyar kir ku di van çalakiyan de bi dehan eskerên artêşa Tirk a dagirker jî hatine birîndarkirin. HPG´ê bi bîr xist ku Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz dewam dike û 23´yê Tîrmehê gerîlayên wan li dijî artêşa Tirk a dagirker rêzeçalakî li dar xistine. Ji bo çalakiya li Herêma Govendêî ya Şemzînanê HPG van agahiyan dide: “Hêzên me seat 03:30’an, li dijî yekîneyeke artêşa Tirk a li herêma Şehîd Serhed a herêma Govendê ya navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi cih bûbûn çalakiya sekvanî li dar xist. Di vê çalakiyê de eskerekî dijmin hate kuştin.
Heman rojê seat 18:45’an de hêzên me li dijî eskerên li herêma Deriyê Pan yê herêma Govendê bi cih bûbûn çalakiyek li dar xist. Di vê çalakiyê de konteynira dijmin bû hedef. Bi awayekî serketî li konteynira dijmin hate xistin û konteynir hate rûxandin. 7 eskerên di navê de hatin kuştin.” HPG´ê da zanîn ku artêşa dagirker piştî çalakiyê bi alîkariya bombekirina helîkopterên êrişê, bi helîkopterên Skorsky kuştiyên xwe ji deverê rakirine.
Her aliyê Lêlikan dagirkeran diguvêşe
HPG´ê got, çalakiya li Başûrê Kurdistanê ya berêvara heman rojê ji 6 milan ve bi rê ve çûye û wiha dewam kir: “Hêzên me li dijî artêşa Tirk a dagirker ku li girê Lêlikan yê herêma Sîdekan a Başûrê Kurdistanê bi cih bûbû, çalakiyeke berfireh lidarxist. Ji 6 baskan ve bi serketî li çeper û konên dijmin hate xistin, bi qasî hate tespîtkirin 15 eskerên dijmin hatin kuştin û gelek çeperên wan hatin rûxandin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi desteka helîkoptera Atak bi helîkopterên skorsky kuştî û birîndarên xwe ji herêmê kişandin.”
Li Çelê 5 dagirker kêm bûn
HPG´ê wekî din got, heman rojê berêvarê gerîlayan li dijî qereqola Gêman ya navçeya Çelê ya ser bi Colemêrgê çalakiyek li dar xistiye û wiha dewam kir: “Di çalakiyê de nîzamiyeya qereqolê, çeper, kon û wesayît ji 2 baskan ve bûn hedef û bi qasî ku hate tespîtkirin 5 esker hatin kuştin. Wesayîta zirxî ya tîpa BTR û wesayîteke eskerî hate derbkirin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker herêm bi obus û hawanan bombebaran kir.”
Li Bazîdê bîhn li wan çikiya
HPG´ê Pêngava Şoreşgerî ya li Eyaleta Serhêdê jî bi bîr xist û ji bo çalakiya 23’ê Tîrmehê a danê êvarê ya li dijî eskerên li Tepê Koviyê got, “Hêzên me li dijî eskerên parastina ewlehiya qereqola Kozîlî ya navçeya Bazîd a ser bi Agiriyê dikirin, çalakiyek li dar xist. Çeper, kon û birca li ser gir ji 3 baskan ve hate derbkirin û bi qasî hate tespîtkirin, 7 esker hatin kuştin û 5 esker jî hatin birîndarkirin.” ANF/BEHDÎNAN