Dagirker yek in, em jî yek bin
KNK’ê piştî civîna xwe asayî encamnameyek belav kir û got:” Tifaqa dijminan, ji bo me talûke û xeteriyan bi xwe re tîne. Di vê demê de ji hemî deman zêdetir, pêwîstiya me jî, bi tîfaqê heye.”
Konseya Rêveber a KNK’ê 30’ê Hezîrana 2018’an li navenda KNK’ê ya li Brukselê civîna xwe ya asayî pêk anî.
Di civînê de rewşa siyasî, bûyerên li Kurdistan û cîhanê, metirsiyên li ser gel û welêt hatin nirxandin.
Di encamnameyê ji bo hilbijartinên 24’ê Hezîranê ev tişt hatin gotin:”HDP hem ji bendê derbas bû, hem jî dengê xwe zêde kir. Ev serketine baş e û pêşketineke mezin e. Em bi vê serketinê, rêveber, kesên hatine hilbijartin, endam û alîgirên HDP’ê û gelê xwe pîroz dikin.”
Şer wê dewam bike
Di encamnameyê de mayina Erdogan û hevalbendên wî yên şerxwaz li ser hikum weke rewşeke xerab hate binavkirin û hate destnîşankirin ku ev yek tê wateya kûrkirina rewşa heyî, alozî û şer wê dewam bike.
Kesek bila hêviyeke din jê neke
Her wiha KNK’ê îşaret pê kir ku şerê dewleta Tirk a li dijî Kurdan wê tenê ne li Bakur hebe û bi vî rengî dewam kir:”Dewleta dagirker a Tirk, wê polîtîkaya xwe ya dijî gel û şoreşa me, wê şerê xwe yê li Rojava û li Başûr bidomîne. Her wiha wê di asta navneteweyî de jî, hemî kartên xwe dijî me kar bîne. Kesek bila hêviyeke din jê neke. Li gorî vê rewşê pêwîst e hemî hêzên Kurdistanî û gelê me, di nava tekoşîn û berxwedaneke mezin de bin.”
Hikumetek heye lê bê bandor e
Li gorî encamnameyê di civînê de li ser rewşa Başûrê Kurdistanê jî ev nirxandin hate kirin: “ Piştî referandûma sala derbasbûyî, rewşa Başûr her ku diçe zêdetir ber bi aloziyê ve diçe. Mixabin heta niha hêzên Kurdistanî, bi awayekî serketî nehatine ba hev û yekîtiyek weke tê xwestin ava nekirine. Hikumetek heye lê bê bandor e û nikare pirsgirêkan çareser bike. Pirsgirêkên siyasî, aborî û civakî gelek kûrin û eger neyêne çaresekirin, dikarin bibin sedema gelek aloziyan. Peywendiyên bi Bexda yê re jî ne baş in, ne yekrû ne û ne li ser bingeha destûrî ne. Ev jî xeteriyên mezin bi xwe re tîne.”
Têrê nakin
Her wiha ji bo dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê jî KNK’ê derbirî ku li ser vê rewşa nexweş re, dagirkeriya dewleta Tirk jî, ser ve zêde bûye û bi vî rengî dewam kir: “Li hember vê dagirkeriyê, berxwedana hêzên HPG´ê berdewame. Hinek partî û rêxistinên Başûr, nerazûbûna xwe diyar kirine. Gelê Başûr bi giştî ne rehet e û gelek kes jî, weke mertalên zîndî diçin herêmên weke Qendîl û deverên din. Lê ev nerazîbûn û reaksiyon têrê nakin. Di serî de hikumeta herêmê û PDK û hêzên nêzî wan, bê deng in. Ev jî rewşê aloztir diki û cesaretê dide dijminan. Bi vê munasebetê em careke din, bang li hikumet Herêm û hemî hêzên Kurdistanî dikin ku li hember êrîşkarî û dagirkeriya dewleta Tirk helwest bigrin û li hember êrîşên wan rawestin.”
Hêzên Kurdistanî xwe ji vê rewşê re amade bikin
KNK’ê da xuyakirin ku li Rojhilatê Kurdistanê jî, dagirkerî û alozî didomin û got: “Rejîma Îranê bi çi şêweyî be bila bibe, guhertinên demokratîk qebûl nake û mafê gelê Kurd nas nake. Li Rojhilat ne tenê pirsgirkên siyasî hene, di heman demê de pirsgirêkên aborî û civakî jî kûr in û roj bi roj kûrtir dibin. Li seranserê Îranê jî, heman pirsgirêk hene. Roj bi roj nerazîbûna gel zêdetir dibe. Di serî de Tehran û li bajarên sereke, xwepêşandanên mezin çêdibin. Xwestina guhertinan, di seranserê Îranê de her roj zêdetir dibe. Ev rewş heta hetayê bi vî rengî dewam nake. Îran ber bi guhertinekê ve diçe. Pêwîst e, hêzên Kurdistanî xwe ji vê rewşê re amade bikin. Dema alozî kûr bûn, xwedî li gel û welat derkevin. Ji bo vê yekê jî, di serî de divê yekîtiya navxweyî pêk bînin.“
Ji hemî deman zêdetir
Konseya Rêveber a KNK’ê dest nîşan kir ku tifaqa dijminan a ku dema referandûma Başûr de pêk hatî berdewam e û wiha pê de çû:”Me, Kerkûk û deverên din bi vê tifaqê ji dest dan. Her wiha di êrîşa Efrînê de jî, ev tifaq li ser kar bû. Di dagirkeriya herêma Biradostan û deverên din yên Başûr de jî, li ser kar e. Ev tifaqa dijminan, ji bo me talûke û xeteriyan bi xwe re tîne. Di vê demê de ji hemî deman zêdetir, pêwîstiya me jî, bi tifaqê heye. Emê weke KNK, vê mijarê weke mijara sereke bi dest bigrin û ji bo yekîtiya neteweyî, emê hemî derfertên xwe bi kar bînin.” BRUKSEL