Dewleta Tirk a dagirker û înkar 22ʼê Gulanê bi ser sazî û dezgehên Kurdan de girt, nexasim jî bi ser saziyên jinan de girt û 13 kirin binçavan. Ji binçavkiriyan 12 bi îdîaya 'endamtiya rêxistinê' hatin girtin.

Binçavkirî rojekê li nezaretxana Amed hatin hiştin û paşê li dadgehên sexte hatin darizandin û 12 hatin girtin.

Piştî jêpirsîneke sexte Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya, damezrînera wê Narîn Gezgor, rêvebera wê Fatma Gultekîn, Aktîvîsta TJA’yê Gulcîhan Şîmşek, Hevserokê Giştî yê Berê yê DBP’ê Mehmet Aslan, Endama Komîteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê Ozlem Gunduz, Hevseroka Rexistina HDP’ê ya Yenîşehîrê Remziye Sizici, endamên Meclisa Şaredariya Rezan Huseyîn Harman, Veysî Kûzû û Gonul Aslan, Endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Sevîm Coşkûn, endamê HDP’ê Mehmet Alî Altinkaynak, siyasetmedarê kurd Celal Yoldaş hatin girtin.

Endama Damezrîner a Komeleya Jinan a Rosayê Ayla Akad Ata, Aktîvîsta TJA’yê Zelal Bîlgîn, Endama Meclisa Şaredariya Yenîşehîrê Nevriye Çûr û Nazîre Tûrsûn bi şertê kontrola edlî hatin berdan, Dayika  Aştiyê Havva Kiran jî bi şertê 'hepsa malê' berdan.

 

 AMED