BERHEM LETIF / ROJNEWS/SILÊMANÎ
Nerazîbûnên ji dagirkeriya artêşa Tirk a li Başûrê Kurdistanê, dewam dike. Aktîvîst û çalakvanên siyasî yên bajarê Silêmaniyê, nihêrînên xwe anîn ziman.
Endamê Hizba komunîst a Kurdistanê Goran Hisên got, “Ez hemû binpêkirinên li ser xaka Başûrê Kurdistanê, şermezar dikim û li dijî wan derdikevim. Erka hikûmeta Herêmê û parlamena Herêma Kurdistanê ye ku li gel hikûmeta Iraqê li dijî van binpêkirinan rabe. Pêwîst e ku xelkê Herêma Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk dakeve meydanan, û ber bi konsolosxaneyên Tirkiyeyê ve bimeşe. Zextê li wan bike da ku hêza xwe ji axa Başûrê Kurdistanê derxînin."
Diviyabû serokwezîr bê dadgehkirin
Aktîvîstê bi navê Simko Reşîd jî got, "Li şûna ku hikûmeta Herêma Kurdistan li dijî bombebaranên artêşa Tirk nerazîbûnê nîşan bide, êrişî gel dike. Heger li Herêma Kurdistanê destûr heba, diviyabû Serokê Hikûmeta Herêmê bihata dadgehkirin. Ji ber ku wan destûr daye dewleta Tirk ku axa me dagir bikin."
Simko Reşîd herî dawî got, dewleta Tirk piştgiriya DAIŞ'ê dike û wiha peyivî; "Destê wê di avakirina DAIŞ'ê de heye. Pêwîst e ku xelkê Herêma Kurdistanê ne tenê li herêma Şêladizê û Dihokê çalakiyan bike. Lazim e çalakî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk belavî hemû deverên Herêma Kurdistanê bibin."