Ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker, çeteyên DAIŞ û El-Nesra li ser gundewarên Serêkaniyê sivîl koçber dibin.
BASIL REŞÎD/NESRÎN ELÎ / ANHA/HESEKÊ
Di 17’ê Cotmehê de agirbest ji aliyê Amêrka û Tirkiyê ve hate raghandin. Artêşa Tirk, çeteyên DAIŞ û El-Nesra agirbestê binpê dikin û bi tang ,Top û balafiran êrişî gundewarên Serêkaniyê (Menacîr ,Cafa ,Erbeîn û Esediyê ) kirin. Ji ber êrişên dijwar sivîl berê xwe didin navçeya Til Temirê.
Dayikek ji gundê Menacîr dike hewar û tevî rondikên ji çavan têne xwarê dibêje: “Artêşa Tirk a dagirker, çeteyên DAIŞ û El-Nusra êrişî me dikin. Ji ber êrişan, ji gund derketine û berê xwe didin navçeya Til Temirê. Artêşa dewleta Tirk a dagirker, çeteyên DAIŞ û El-Nusra agirbestê bin pêk dikin.”
Şêniyên Serêkaniyê dibêjin, dewleta Tirk a dagirker malên wan wêran kirine û milkên wan talan kirin kirine. Koçberekê jî got, dewleta Tirk du zarokên wê qetil kirine.
Rewşa koçberên li Hesekê giran e
Gelek koçber jî li bajarê Hesekê li dibistanan dimînin, yek ji van dibistanan jî ya Mehmûd El-Nayif e.
Dema mirvo derbasî dibistanê dibe fêrgehên tijî koçber bala mirov dikişînin. Di her fêrgehekê de li derdora 40 kes dimînin. Jin û zarok li ser parçeyên caw ên ku ji sermê naparêzin radizin.
Bi 300 hezar koçberên di encama êrişa artêşa Tirk û çeteyên wê de hejmara niştecihên bajarê Hesekê gihaştiye nêzî mîlyonek kesî.
Tinebûna avê xeter e
Hevserokê Karûbarên Rêxistinên a herêma Cizîrê Xalid Îbrahîm balê dikişîne ser kêmbûna avê û dibêje, eger pirsgirêka avê çareser nebe wê kerasetek mirovî rû bide.
Ji ber tunebûna avê cil û firaqên gemar di nav korîdorên dibistanê de belav bûne. Di dibistanê de niha 44 malbat dimînin yanî 250 kes. Hemû avê ji 10 bermîlên ava vexwarinê peyda dikin. Ji ber hejmara zêde û tunebûna betaniyan cihên razanê peyda nabin.
Emîre Hesen ji herêma Serêkaniyê ye tevî malbata xwe ya ku ji 30 kesan pêk tê koçber bûne û di heman fêrgehê de dimînin dibêje: “Mala me li Serêkaniyê ji ber bombebarana balafirên Tirkiyê wêran bûye. Mala me ya din jî çeteyên artêşa Tirk a dagirker tê de ne. Em çaranûsa wê nizanin.”
Şev sar e, li erdê radizên
Hesîna Xelef a 45 salî ya ji herêma Serêkaniyê got: “Ji du rojan ve em bê av in. Ez û malbata xwe bêyî ku em tiştekî bi xwe re bînin, em koçber bûn. Pereyê me jî tune ku pêdiviyên pêwîst bikirin. Du zarokên min di encama topbaranê de şehîd bûn. Nizanim çawa hestên xwe li hember şehadeta zarokên xwe yên sivîl bînim ziman.”
Hesîne dibêje tevî malbata xwe ya ku ji 7 endaman pêk tê, li erdê radizên û got: “Bi şev hewa sar dibe û zarokên min biçûk in, hêvî dikim vegerim bajarê xwe lê mala min ji ber êrişan wêran bûye.”