Hêzên desthilatdar çi tiştî ji xwe re xeternak dibînin û dixwazin wî tiştî ji holê rakin, serê pêşîn wî tiştî li ber çavên mirovan reş dikin. Ji bo vê yekê jî dest bi propagandaya reşkirinê dikin. Ev yek li seranserî cîhanê bi vî rengî ye. Di vî warî de gotina yekî afrîkî têrwate û balkêş e. Ew dibêje, “Dema ku dagirker hatin di destê wan de Încîl, di destê me her tişt hebû, lê piştî heyamekê Încîl di destê me bû, lê her tiştê mayî ketibû destê wan.”
Hêzên dagirker dema diçin cihekî serê pêşîn çanda xwe û hinek nirxên xwe dibin wê derê. Dagirker nirxên xwecihî ji xwe re wekî tiştên xeternak dibînin. Ji ber vê yekê jî wan nirxan li ber çavên mirovan reş dikin, nirxên xwe jî li ber dilê wan xweş dikin. Bala xwe bidinê; Amerîka diçe ku derê Mc Donalds û Coca colayê jî bi xwe re dibe. Her wiha zimanê îngilîzî di demeke kin de dike zimanê rewacê. Ji ber vê zimanê îngilizî îro li cîhanê bûye payeberztirîn ziman.
Dagirkerên li Kurdistanê jî heman tişt anîne serê kurdan û nirxên wan. Serê pêşîn wan êrîşî dîrok, çand û zimanê kurdî kiriye. Bo nimûne contirkên sedsala 19’an der barê kurdan de pirtûkên tijî vir û derew dane nivîsandin; kurd wekî gelekî bêyî çand û ziman, bêyî dîrokeke qedîm nîşan dane. Dagirkeran pêşî çîrokên biratiya olî çavên kurdan kor kirine. Di vî warî kurdên êzdayî li pêşberî xwe wekî kelem dîtine, lewre jî ew bi qirkirinan ji holê rakirine. Ji ber ku ola êzdayî oleke resen a kurdî ye, hemû qewl û duayên wê olê bi kurdî ne. Li gorî ola êzdayî kesên ku kurdî ji bîr bikin ji olê derdikevin. Ji ber vê yekê ew hatine qirkirin.
Li gorî gotina dîrokzanên êzdayî, artêşên îslamê piştî ku ketine Kurdistanê li wir desthilatdar bûne, ji bo ku rê li ber axaftina bi kurdî bigirin zimanên hin mirovan jê kirine. Piştre jî zimanê erebî wekî zimanekî pîroz, zimanên xwecihî jî wekî zimanên bêkêr pênase kirine. Heman tişt hatiye serê zimanê farisî jî, îro dema ku mirov bala xwe dide zimanê farisî, mirov dibîne ku bi hezaran peyvên erebî di nav farisî de bi cih bûne. Ji ber vê yekê em ola îslamê sûcdar nakin, medreseyên Kurdistanê di geşedana ziman û wêjeya kurdî de xizmeteke baş kiriye. Sûcdar dagirkerî û desthilatî ne.Ew vê yekê li ser mirovan ferz dikin. Hêzek ji bo ku desthilatiya xwe li ser welatekî pêk bîne dest davêje rêbazên wiha. A rast desthilatî bi xwe mirovan û nirxên mirovî kirêt dike. Têkane desthilatiya ku rê li ber vê yekê digire desthilatiya demokratîk a gel e. Ji ber vê yekê jî îro gelê kurd du tiştan bi hev re dike; li aliyekî ji bo xweseriya xwe têdikoşe, li aliyê din jî dixwaze ew xweserî li ser bingeheke demokratîk ava bibe.
Gelek kes dibêjin, “Erê me xweserî fêm kir, lê çima xweseriya demokratîk?” Sedema vê yekê ev e, ji bo ku desthilatî di destê gel bi xwe de be, nekeve destê hinek kes û koman û gel ji aliyê wan ve neyê çewisandin.
Dagirker ji vê yekê pir ditirsin, lewre ew jî baş dizanin ku tu hêz nikare gelekî ku xwe bi çeka azadî û demokrasiyê rapêçaye têk bibe. Heke pergala demokratîk li kuçe û kolanan, li taxên gund û bajaran ava bû, tu hêz nikarin wê têk bibin.
Ji bo vê yekê jî ji niha ve wan dest bi propagandaya reşkirinê kiriye. Ew dixwazin pergala xweseriya demokratîk wekî pergaleke otorîter û totalîter nîşan bidin. A rast zîhniyeta hin mirovan a reel sosyalîst jî hin caran bingeha propagandaya wan xweş û geş dike. Di vê heyam û serdemê de tu pergalên li dijî vîn û daxwaza gel nikarin li ser piyan bimînin. Pergala cemaetan jî her çiqas ji dûr wekî pergaleke sivîl xuya bike jî di nava xwe de gelekî teng, dogmatîk û antî-demokratîk e. Ew pergal li ser radestbûn û serîtewandinê ava bûye. Ji ber vê yekê em bawer dikin heke pergala xweseriya demokratîk bi goşt û hestî bibe, dê gelek kesên ku îro piştevaniya AKP’ê dikin jî di nava wê pergalê de bi dilxweşî cih bigirin û bi awayekî çalak ji bo azadiya gelê kurd bixebitin.
Tirsa AKP û hevalbendên wê ji vê yekê, lewma jî êrîş siyasetmedarên kurd dikin û nahêlin ku ev pergal bi goşt û hestî bibe. Lê tu hêz nikarin rê li ber azadî û demokrasiyê bigirin.