Ciwanên Mexmûrê bi meşeke meşaleyî dagirkeriya dewleta Tirk ya li Başûrê Kurdistanê şermezar kir. Ciwanan diyar kir ku armanca dewleta Tirk ne gerîla ne, tenê dagirkirina xaka Başûr e û herî zêde xelkê herêmê ji vê yekê zerar dibîne.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê di bin pêşengiya Tevgera Ciwanên Mexmûrê û Tevgera Jinên Ciwanên Mexmûrê de meşeke meşaleyî hat lidarxistin.
Meşê ji ber deriyê Saziya Malbatên Şehîdan a wargehê dest pê kir, piştî gera li nava wargehê, li Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê kom bûn û daxuyaniyek dan. Di meşê de alên PKK, KCK, YJA Star û wêneyê Ocalan hatin hildan. Beriya ku daxuyanî were dayîn ji bo tevayiya şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyekê rêz hat girtin. Piştre Endama Tevgera Jinên Ciwanên Mexmûrê Nudem Yeman daxuyanî xwend.
Wê got; “Beriya her tiştî em weke gelê wargeha Mexmûrê vê dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê şermezar dikin. Armanca meşa me ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk e. Armanca dewleta Tirk ne tenê gerîla ne, gundiyên li herêmê ne jî. Bi bombebarana dewleta Tirk a li ser xaka başûrê Kurdistanê re, herî zêde gundiyên herêmê zererê dibînin. Heta em Rêberê xwe azad bikin, Kurdistanê azad bikin, em ê her cure çalakiyan bi pêş bixînin.”
Meş bi dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedana Xakurkê’, ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû. n ROJNEWS / MEXMÛR