Piştî gefên dagirkeriyê yên Erdogan, Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê seferberî ragihand. Li Qamişlo û Serêkaniyê doh bi hezaran kesî bi meşên protestoyî bersiv da gefên Tirkiyeyê û peyama heta dawiyê em ê li ber xwe bidin da.
Piştî ku dîktatorê dewleta Tirk, Tayyîp Erdogan gefa êriş û dagirkeriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwar, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê seferberî ragihand. Bi hezaran ji xelkê Qamişlo, ji bo şermezarkirina gefên Erdogan ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi dirûşmeya “Na ji dagirkeriya Tirkiyeyê re” li taxa El-Suryan a Qamişlo kom bûn û bersiv dan banga seferberiyê.
Bi heman armancê li Serêkaniyê jî bi hezaran kes li dijî gefên Tirkiyeyê yên dagirkerina Bakur û Rojhilatê Sûrî û Rojava, meşiyan.
Li ser banga seferberiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi hezaran Kurd, Ereb û Suryanî li taxa El-Suryan a bajarê Qamişlo kom bûn. Di kombûnê de, pankartên “Na ji dagirkeriya Tirkiyeyê re”, “Na ji Osmaniyeke nû re”, “Na ji terora Erdogan re” û “Bijî yekitiya gelên herêmê” hatin hilgirtin. Paşê milet ji wir dest bi meşê kir.
Bakur serî hilde
Milet dirûşmeyên “Erdogan kujer e”, “Em dev ji axa xwe bernadin”, “Berxwedan biryara me ye” û “Ji bêdengiya navneteweyî re na” bê navber gotin.
Çalakgeran ji gelê Kurd ê bakurê Kurdistanê jî xwest ku li dijî gefên Tirkiyeyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê serî hilde û bang li hêzên Kurdistanî kir ku li hemberî van gefan bibin yek.
Gava nûçeya me dihat amadekirin, çalakger li ber navenda Neteweyên Yekbûyî ya li taxa El-Siyahî kom dibûn da ku bi daxuyaniyekê gefên Tirkiyeyê şermezar bikin.
Em li dijî Erdogan amade ne
Piştî ku serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan pêr di civîna li Enqereyê de gef xwar ku ew ê di nava çend rojan de êrişî herêmên Bakurê Sûriyê bikin, doh hemû pêkhateyên Serêkaniyê jî meşeke protestoyî li dar xist.
Xelkê Serêkaniyê û Zirganê bi alên YPG/YPJ’ê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên QSD’ê ji ber avahiya Mala Gel a Serêkaniyê heta Çerxerêya Şehîdan meşiya. Di meşê de pankartên “Em êrişên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser Rojava şermezar dikin” û “Tevahiya gelê Kurd û gelên azadîxwaz ji dagirkeriya Erdogan re dibêjin NA” bal kişandin ser xwe.
Li Çerxerêya Şehîdan, hevserokê meclisa herêma Serêkaniyê Luqman Îso got, “Em îro û her wext bi hemû pêkhateyên xwe li hember êrişên dagirkeriya Erdogan amade ne. Em ê her tim li ber xwe bidin.”
Îso anî ziman ku ti gef nikare îradeya wan bişikîne û wan ji bajarê wan derêxe, ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin û serê xwe netewînin.
Meş bi gotina siloganên “Bijî berxwedana Rojava” û “Dîsa dîsa berxwedan” bi dawî bû.
QAMIŞLO/SERÊKANIYÊ