Pîre diyar kir, beriya destpêkirina operasyona rizgarkirina Mûsilê dewleta Tirk ji bo cih di nav de bigire zext dikir û got, „Em naxwazin cihekî li nava herêma Kurdistanê mîna Mûsilê, her wiha cihekî li kêleka herêma Kurdistanê bibe qada şerê navbera dewletên herêmî. Lewma me nexwest dewleta Tirk tevlî bibe. Ji xwe hebûna hêzên dewleta Tirk a li wir, li dijî qanûnan e. Dewleta Tirk hêzeke ku bi rengekî bê destûr ketiye nava xa herêma Başûrê Kurdistanê.“

‘Rizgarkirina Mûsilê  ewlehiya Kurdistanê ye’

Pîre diyar kir, hebûna DAIŞ‘ê li Mûsilê gefeke li dijî herêma Kurdistanê û got, “Mûsil ne sînorê kendava Basra yan jî cihekî din e. Ew sînorê herêma Kurdistanê ye. Lewma divê Mûsil, Hewice derhal bên rizgarkirin. Ev yek ji bo ewlekariya Kurdistanê gelekî girîng e.” Sadî Ahmed Pîre destnîşan kir, ku heta Mûsil dagirkirî be, wê aramî neyê welêt û got, “Ewlekarî û aramiya Mûsilê tê wateya ewlekarî û aramiya Iraqê.”

‘Polîtîkayên Tirkiyeyê zirarê dide‘

Pîre da zanîn, dewleta Tirk a bi serkêşiya Erdogan hê bi xewn û xeyalên Osmanî radibe û got, “Qala Mîsakî Mîlî dike. Hê jî xeyala Mûsilê dibîne. Dixwaze Helebê, Reqa, Mûsilê bike wîlayetên dewleta Tirk. Ev gelekî xetere ye. Di serî de xetere li ser dewleta Tirk e, piştre li ser herêmê ye. Kes qebûl nake ku dewleta Tirk bikeve nava hewldanên berfirehkirina sînorên dewleta xwe. Divê dewleta Tirk biv ê baş zanibe.”

‘Operasyona Qendîlê ne hesan e‘

Têkildarî veguhestina hêzên leşkerî li ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê û gotinên ‘wê dewleta Tirk li Qendîlê opeasyonê bike’, endamê Polîtburo ya YNK’ê Sadî Ahmed Pîre wiha axivî: “Li gorî xala 10. a Destûra Bingehîn a Iraqê, eger êrîşek ji derve li dijî Başûrê Kurdistanê were kirin, wê hikûmeta navendî ya Iraqê dest bi parastina vê herêmê bike. Hat dîtin, ku em çawa bi hev re li ber êrîşên DAIŞ’ê yên li dijî Iraqê û herêma Kurdistanê rabûn.”

‘Serkeftin bi yetîkiyê ve girêdayî ye’

Endamê Polîtburo ya YNK’ê Sadî Ahmed Pîre di dewama axaftina xwe de got, “Kurd neteweyek e. Ev sînorên hatine xêzkirin, ne sînorên me ne. Ji xwe dewleta Tirk timî qala hurmeta li sînor dike, lê yê ku bêhurmetiyê li sînoran dike ew bi xwe ye.”

Li ser mijara yekîtiya neteweyî ya Kurdan Pîre got, “Di şerê Kobanê de bi dîtina min ev mijar zelal bû. Hat fêhmkirin ku Kurd dema li herêmê bûn yek û di eniyeke hevpar de gihîştin hev, hingî dikarin bi ser bikevin. Kurd bi vî rengî dikarin bibin xwedî hêzeke ku karibe wan biparêze.”


OZGUR ÇAYAN / ANF / SILÊMANIYE