Çavdêrê Siyasî yê ji Herêma Kurdistanê Faleh Selah got, ewa ku Tirkiye xaka Başûrê Kurdistanê dagir dike, planeke navneteweyî ya li dijî daxwazên gelê Kurd e û diyar kir ku sedema bêdengiya Iraqê, ji ber serbixwenebûna hikûmeta wê ye.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a ser xaka Başûrê Kurdistanê dagirker e, bêdengî tercîh kiriye û ji ber bêdengiyê her ku diçe dagirkeriya dewleta Tirk berfireh dibe. Ev bêdengî heta niha gelek caran ji aliyên beşên cuda yên civakê ve hatiye rexnekirin. Çavdêrê Siyasî Faleh Selah li ser mijarê got, ev dagirkerî ne tenê ji aliyê welatekî ve tê kirin, ew li dijî gelê Kurd planeke navneteweyî ye.
Iraq ne serbixwe ye
Selah li ser berpirsyariya parastina sînorên Herêma Kurdistanê û Iraqê got; “Iraq welatekî federal e, û erka parastina sînorên Herêma Kurdistanê li ser stûyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ye bi alîkariya hikûmeta navendî.”
Selah bal kişand ser bêdengiya hikûmeta Iraqê ya li hemberî bombebaranan û wiha pê de çû; “Iraqê bernameyek zelal ji bo siyaseta navneteweyî û hundirîn nîne. Di nava xwe de parçe bûye. Armancên Tirkiye, Îran, Amerîka û Rûsyayê pêk tînin. Lewma di vê valahiya siyasî de nikare bibe xwedî nexşe û planekî nîştimanî ji bo parastina serweriya xaka xwe.
Avanekirina hikûmetê dîsa peywendî bi destûrdana welatên herêmî û navneteweyî ve heye.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ