Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê piştî belavkirina nûçeya Ajansa AFP ku digot di navbera Meclîs û dewleta Tirk de agirbestek pêk hatiye, bi daxuyaniyek raginahd ku agirbest nayê vê wateyê ku dagirkirina dewleta Tirk qebûl dikin. Pêr Ajansa nûçeyan AFP li ser meseleya agirbestê ji albayê ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê John Thomas ragihandibû ku li Sûriyeyê ji bo her du alî berê xwe bidin tehdîda ser DAIŞ‘ê hêzên Tirk û Kurdan li hev kirine ku pevçûna nava xwe bidin rawestandin.
Dê bibin sedema gurkirina şer
Her wiha Serokomarê Fransayê François Hollande jî got ku xebatên leşkerî yên dewleta Tirkiyeyê yên li bakurê Sûriyeyê dê bibin sedema gurkirina şer.
Hollande jî bang li aliyan kiribû da ku dawî li pevçûnan bînin, dest bi hevdîtinên aştiyê bikin û wiha axivîbû: “Hewldanên Tirkan û yên Rusan li Sûriyeyê dê bibin sedema gûrkirina pevçûnan. Tê fêmkirin ku Tirkiye piştî êrîşên DAIŞ‘ê ketibe nava hewldaneke wisa lê hedefgirtina hêzên kurd ku ew bi xwe li dijî DAIŞ’ê şer dikin nayê fêmkirin.”
‘Agirbest nayê wateya qebûlkirina dagirkeriyê’
Piştî wan daxuyaniyan Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê jî ragîhand ku agirbestek di navbera wan û artêşa Tirkiyeyê de pêk hatiye, lê ev yek nayê wateya ku ew dagirkeriya Tirkiyeyê qebûl bikin.
Daxuyaniya Fermandariyê bi vî rengî ye:“Piştî şêwirandinên li gel Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya Amerîkayê û ji bo sekinandina gola xwînê û parsatina sivîlan ji encamên şerê artêşa Tirkiyeyê em radigihînin ku bi navbeynkariya Koalîsyona Navneteweyî em bi hev re gihiştin agirbestekê. Ev agirbest ji di nîvê şeva derbasbûyî di navbera hêzên me yên li ser Çemê Sacûrê û Artêşa Dagirkera Tirkiyeyê de kete meriyetê. Aliyê ku navbeynkariya vê agirbestê dike dixwaze ku wê veguherîne agirbesteke daîmî.
Em ji her kesî re radigihînin ku agirbest nayê wateya ku em dagirkeriya Tirkiyeyê ji bajarê Cerablusê re qebûl dikin.”
Lê dê wisa nemîne
Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Cerablusê Armanc Cerablus doh der barê qewimînên dawî ên dagirkirina Cerablusê ya ji hêla leşkerên Artêşa Tirk û OSO ve, axivî û got ku wan niha ji bo sivîlan hêza xwe vekişandine başurê Ava Sacûrê lê dê wisa nemîne.
Cerablus wiha peyivî: “Sivîlên heremê tên gel me, ji me re rasterast dibêjin niha çawa çeteyên DAIŞ‘ê li Cerablûsê zilm û zordarî li me kirin, leşkerên artêşa Tirk û OSO jî heman tiştî dikin. Ji me re dibêjin ev qedexeye, cixare nekişînin, çarşefan lixwe bikin, eger em bi yê wan nekin wek e çeteyên DAIŞ’ê kêr, xenceran nîşanê me didin. Ji ber vê yekê jî bi hezaran sivîl berdane û tên cem me. Sivîl dibêjin, ‘uslup û pêkanînên wan tam dişibe yê çeteyên DAIŞ’ê. Qaşo dibêjin li hemberê çeteyan hatine, tu peyvek xirab jî ji çeteyan re negotine. Tenê dibêjin ka cihê YPG/PYD li ku ne, ew kafir in, nizanim çi. Ji ber vê yekê em ne ji wan hes dikin, ne ji wan bawer dikin, em hatine cem we û em ê li cem we bin.’ Ev hawar û gazinên vê gelî dide nîşandan ku erê niha me ji bo sivîlan xwe paşde kişandiye lê wisa jî dê nemîne. Ji ber ku em niha leşkerên artêşa dewleta Tirk û çeteyên girêdayên wî wek e hêzên dagirker a di Cerablûsê de dibînin. Ne gelê Suriyê ne, ji derve ve hatine û axa me dagir kirine. Yê divê herin ew in.”
NAVENDA NÛÇEYAN
‘Tenê cil û bergên wan guherîn’
Birayê Abdulsettar el Cadir ku ji hêla MÎT’a Tirk ve hate kuştin, yê ji Tabûra Şehîdên Cerablûsê Muhammet Ahmet El Cadir diyar kir, ew ê li dijî dagirkeriya Tirkiyê li ber xwe bidin. Cadir diyar kir, têkiliyên AKP’ê yên bi DAIŞ’ê re hê jî berdewam in.
Muhammet Ahmet El Cadir got ku, ew di azadkirina Cerablûsê de israr dikin, ji bo azadiyê ku hewce be ew ê jiyana xwe jî di ber de bidin lê ew ê qet ji vê rêyê venegerin û wiha peyivî: “Dewleta Tirk bi rengekî dî Cerablûs dagir kir. Çeteyên berê û yên niha weke hev in. Her du jî ji hêla xaka me ve dagirker in û zilimkar in. Tenê cil û bergên wan guherîn. Berdêla wê çi dibe bila bibe, em şervanên Cerablûsê, em ê di rêya Şehîd Abdul Settar el Cadir de biçin. Em ê bajarên xwe di bin potînên ti hêzên dagirker de nehêlin. Cerablûs xaka me ye, em hemû şehîd bikevin jî, em ê xaka xwe azad bikin. Tirkiye ku fêhm kir em ê xaka xwe azad bikin, ji vê tirsiya, çeteyên El- Nusra jî da rex xwe û xaka me dagir kirin. Ti cihêtiya her du hêzan jî ji DAIŞ’ê nîne. Têkoşîna me bi DAIŞ’ê re çawa be wê bi van re jî wiha be.’’
’Em hemû zarokên Cerablûsê ne’
Cadir got, wan ji bo azadiya Cerablûsê biryara şer girtine û wiha pê de çû: ‘’Tirkiye dema ku ev der dagir kirin Kurd hêncet nîşan dan lê ev ne rast e. Em hêzên Ereb in û hêzên ku dewleta Tirk dixwaze bikuje, tune bike û êriş kirî jî em in. Em hemû zarokên Cerablûsê ne.’’
Têkildarî biryara vekişînê de jî Muhammet Ahmet el Cadir wiha anî ziman: ‘’Em heya bi başûrê ava Sacurê vekişîn. Ji ber ku dewleta Tirk dema ku digot li me dixe, li gelê me dixist, bi vî awayî bi dehan mirovên me kuştin. Em li gelê xwe fikirîn û ji bo vê me biryareke wiha da.’’