Li gundên Êlih û Sêrtê, di salên bihorî de şîrketên petrolê yên ayîdî Îsraîl û DYA'yê ku bi destûra hikumeta AKP'ê ji bo 5 salan erd kîrê kiribû piştî berteken dev ji gerandinê berdabû, lê niha jî Şîrketa Maden û Enerjî ya Îpek Koza ya li Enqere ku nêzîkê cemeata Gulene, li gelek gundan ji bo 49 salan erd kîrê dike. Hate ragihandin ku ev rewş axa Kurdistanê ji Enqere re tê pêşkeşkirin û ev yek hewildana dagirkerkirinê ye.

Li gundên navçeya Hezo ya Êlihê û navçeya Misircê ya Sêrtê, di salên bihorî de şîrketên petrolê yên ayîdî Îsraîl û DYA'yê ku bi destûra hikumeta AKP'ê ji bo 5 salan erd kirê kiribû piştî bertekan dev ji gerandina neftê berdabû. Niha jî aliyê Şîrketa Maden û Enerjî ya Îpek Koza ya li Enqerê ku nêzê cemeata Gulen e li gelek gundan ji bo 49 salan erd kirê dike.

Bi doniman erdan ji bo 49 salan kirê dike

Hate diyarkirin ku ev şîrket li erdên gundên weke Berzana Xwarê, Dêrşewan, Çayê Xelatiyê, Sêvka, Şikeftan, Gola Masiyan, Mêrgan ên girêdayên navçeya Hezo û herema Tillo, Mahrîbê yên girêdayên navçeya Misircê piştî bi xwediyên erd an jî bi hevparên tapuya erdan re weke hevpeymaneke tenê li ser kaxiz îmze dike û ji bo 49 salan erd dagir dike.
Hate ragihandin ku ji bo tesîsa lêgerîna neftê danin di navbêra 9 û 15 donim erd kirê dikin û cihên ku kirê jî dikin ji bo 49 salan 60 hezar TL heqê kirê tê dayîn. Hate zanîn ku rayedarên şîrketê ji bo ya gundiyan îkna bikin jî ji her hevparê tapuya erdan kesekî wek e xebatkarekî tesîsê didin nîşandan û vê yekê tenê ji bo çend mehan dem datînin. 


Şîrket malbatan berdide hev!
Hate zanîn ku dema şîrket erdên aîdê gundiyan ên tapukirî kirê dike, hin malbatên ku hevparên erdin ji ber hin ji wan vê hevpeymanî îmze dikin hin ji wan jî îmze nakin, di navbêra wan de nîqaş derdikeve û xeyîdandin çêdibe. Li gor agahiyên hemwelatî didin, radigihînin ku hin malbat neqayilin ku erdê wan ji bo 49 sal kirê bikin, lewre hem ji ber erdê Kurdistanê pêşkeşê şîrketên an go cemeata Gulen dikin û hem jî axa Kurdistanê tên dagirkirin. Hate zanîn ku di nava sê mehan de heta niha ji gundên girêdayên Hezo û Misircê nêzî 500 donim erd hatiye kirê kirin û ev rewşa kirêkirinê ya şîrketê hêj jî berdewam dike.
Hemwelatiyên ku erdê xwe naxwazin bidin kireyê, ya gundiyan li hemberê van şîrketan hişyarî kir, divê neyên leyistikên wan ên dagirkirina axa Kurdistanê.



ERDOGAN ALTAN/DÎHA/ÊLIH