Eyşe Hiso: Divê hêzên navneteweyî helwêstê nîşanî dagirkeriya Mertalê Firatê bidin, cihên ku Mertalê Firatê xeta DAIŞ’ê dişopînin. Divê dewletên navneteweyî piştgiriya tinekirina hişmendiya DAIŞ’ê bikin û ji Rêveberiya Xweser re bibin alîkar.

MURADA KENDA / EHMED SEMÎR / ANHA/QAMIŞLO

Hevseroka Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Eyşe Hiso tekildarî têkçûna DAIŞ’ê û dagirkeriya dewleta Tirk ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji me re axivî. Hiso, anî ziman ku “Mertalê Firatê” (navê hêza dagirker a dewleta Tirk li ji Cerablûs heta bi Ezaz û Babê) dewama DAIŞ‘ê ye û wiha peyivî: “Çeteyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cih bûne, giredayî dewleta Tirkiyeyê ne. Tenê cilan diguherin. Têkbirina DAIŞ’ê di roja Newrozê de serketinên dîrokî ji mirovahiyê re nûjen kir. Çeteyên li Efrînê, destpêkê peykerê Kawayê Hesinkar ku ji bo gelê Kurd vîna Newrozê pênasê dike, hilweşandin. Bi têkbirina DAIŞ’ê re careke din nûjenkirina Newrozê û ruhê Kawayê Hesinkar, derket holê. Çeteyên ku koletiya jinan armanca wan bû, bi hêza jinan têk çûn. Vîna jinên azad dîsa îsbat bû. Bi van serketinan bi giştî cihan deyndarê şervanên QSD’ê ye.”

Xeta dagirkeran a DAIŞ’ê ye

Eyşe Hiso, bêdengiya civaka navneteweyî jî rexne kir û wiha dewam kir, “Divê civaka navneteweyî li hemberî helwêsta Tirkiyeyê bêdeng nemîne. Dewleta Tirk a dagirker projeyên mayîndekirina xwe li Sûriyê bi pêş dixe. Dewleta Tirk a dagirker ji sala 2011’an ve projeya dagirkirina axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê plan dike. Di êrişên li ser Kobanê de, dewleta Tirk DAIŞ xurt kir. Niha jî ya ku Efrîn dagir kir, Tirkiye ye. Biryara dewleta Tirk a dagirker, pêkanîna qirrkirina Kurdan e. Lê beramberî vê jî bêdengiyek ji aliyê civaka navneteweyî ve derket holê û ev bêndengî dewam dike. Hemû dewlet ji bo berjewendiyan çavên xwe ji kiryarên Tirkiyeyê re digirin. Bi van bêdengiyan re Tirkiye, projeya mayîndekirina xwe li Sûriyê bi pêş dixe. Divê hêzên navneteweyî helwêstê nîşanî dagirkeriya Mertalê Firatê bidin, cihên ku Mertalê Firatê xeta DAIŞ’ê dişopînin. Divê dewletên navneteweyî piştgiriya tinekirina hişmendiya DAIŞ’ê bikin û ji Rêveberiya Xweser re bibin alîkar.”

Çete tenê kiras diguherin

Hevseroka PYD´ê Eyşe Hiso, destnîşan kir ku çeteyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cih bûyî, giredayî Tirkiyeyê ne û wiha dewam kir: “Çeteyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tenê cilên xwe diguherînin. Çawa di bin navê DAIŞ’ê tev digerin, niha jî di bin navên cuda de tev digerin. Hinek dewletan da xuyakirin ku têkiliyên DAIŞ´ê û Tirkiyeyê hene. Lê divê ji daxuyaniyan zêdetir rastiya van têkiliyan bê dîtin.”

Eyşe Hiso, heri dawî anî ziman ku astengiya herî mezin a li pêşiya çareseriya aloziya Sûriyê, Tirkiye ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hemû hewldanên Tirkiyeyê ji bo wê yekê ne ku aloziya Sûriyê hîna kûrtir bike. Divê rejîma Sûriyê jî desketiyên ku QSD’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dest xistine, bibîne. Axa ku ji desthilatdariya DAIŞ’ê hat rizgarkirin, axa Sûriyê ye. Lê mixabin, rejîmê der barê têkbirina DAIŞ’ê de ti daxuyanî nedan. Hişmendiya rejîma Sûriyê, hîna jî yekperestiyê dipejirîne. Sûriye welatekî mozaîk e. Dive Sûriye projeya avakirina Sûriyeya demokratîk qebûl bike.”