Xelkê qehreman ê Rojavayê Kurdistanê dagirkeran kevir dike. Îro dîsa dewriya artêşa Tirk a dagirker û polîsên leşkerî yên Rûsya li nava eda Rojava geriyan. Xelkê Kobanê nerazîbûna xwe ya ji vê dagirkeriyê nîşan da.
Çeteyên artêşa Tirk a dagirker li gundê Korpîngarê yê başûr-rojhilatê bajarê Kobanê gulle li sivîlan reşand û 8 welatparêz birîndar bûn. Ji birîndaran ên birîna wan giran hene. Dagirkeran gaza isotê jî bi kar anîn.
Di 8’ê Mijdarê de jî dema ku dewriyeya hevpar a Tirk-Rûs li Girkê Legê û Dêrikê yên Kantona Qamişloyê geriya, şêniyên herêmê li ber rabûbûn. Di dema nerazîbûna gel de hêzên Tirk ên dagirker Serxwebûn Elî yê sivîl qetil kiribûn. Her wiha 5 sivîl jî birîndar bûbûn.
KOBANÊ