
Nerazîbûnên li hemberî dagirkirina dewleta Tirk a Başîka hîna didomin, niha jî eşkere bû ku dewleta Tirk li Zummarî baregeheke leşkerî ya nû çêdike.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyeke leşkerî ya nexwest navê xwe eşkere bike, dewleta Tirk piştî Başîka, li herêma Zummarê ya nêzî Şengalê baregeheke din a leşkerî çêdike.
Hat diyarkirin ku çêkirina vê baregeha leşkerî di çarçoveya amadekariyên operasyona leşkerî ya vê Biharê li dijî Şengalê de ye. Ev baregeha leşkerî di heman demê de li herêmeke nêzî baregeha hêzên yek ji fermandarên pêşmergeyan ê bi navê Ferîk Cemal Emînkî ye û ev jî cihê fikarê ye.
ROJNEWS / ŞENGAL