Hiso destnîşan kir ku berxwedana Kobanê wisan kir ku hemû cîhan bê li ser xetê û alîkariya Kobanê bike û got, ev yek jî bi saya berxwedan û xweragiriya şervanan bû. Xerîb Hiso bi bîr xist ku berxwedana Kobanê kir ku azadîxwazên cîhanê rojekê bikin roja cîhanê ya Kobanê û wiha peyivî: “Divê em ji bîr nekin ku ew berxwedan li Kobanê ji aliyê şervanan ve hat kirin, di sedsala derbasbûyî de mînakên wê nebûn. Ev berxwedan gihîştiye her malekê û xwe gihandiye tevahiya cîhanê. Ji ber ku bi berxwedaneke bêhempa êrîşên li dijî mirovatiyê hatin şikandin, 1’ê Mijdarê bû roja Cîhanê ya Kobanê.”

 ‘Gelê Kurd ji bo mirovahiyê şer dike’

Hiso diyar kir ku gelê Kurd ji bo tevahiya mirovahiyê şer dike û got, “Gelê Kurd weke erkeke exlaqî û mirovî di berxwedan û têkoşîna xwe de îsbat kir , eger DAIŞ li Kobanê bi ser keta, mirovahî wê biketa jêr metirsiyê de. Ji ber vê yekê berxwedana Kobanê ji bo DAIŞ’ê şikestineke mezin bû.”

 ‘Şoreşa Rojava roj bi roj mezin dibe’

Xerîb Hiso êşaret bi mezinbûna Şoreşa Rojava kir û got, “Hemû pêkhateyên weke Kurd, Ereb, Aşûrî û Tirkmen bi hev re di yek çeperî de şer dikin. Li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê hemûyan bi hev re meclîs û komîteyên xwe yên rêveberiyê damezrandine.”

 ‘Tirkiye van destkeftiyan qebûl nake’

Hiso îşaret bi nerazîbûna Tirkiyeyê ji van destketiyên li Rojavayê Kurdistanê û Bakûrê Sûriyeyê kir û wiha peyivî: “Ji ber vê yekê Tirkiye bi navê herêma tampon û bi operasyona Mertalê Firatê sînor derbas kir û kete xaka Rojavayê Kurdistanê. Bi vê yekê Tirkiye û AKP bi fikrên xwe dixwazin bibêjin, ew nahêlîn gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bibe xwedî hêz û destketî.”

 ‘Divê her kes li dijî dagirkeriyê rabe’

Nûnerê PYD’ê yê Herêma Kurdistanê Xerîb Hiso herî dawî got; “Divê her ferdekî Kurd û azadîxwaz li hemû deverên cîhanê li dijî hatina leşkerên Tirk a li nav xaka Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê bêdeng nebe. Bi çalakiyan van kiriyarên dewleta Tirk şermezar bike.“ 


MIHEMED HESEN / ROJNEWS / RANYE