Dagirkirina şaredariyên HDP'î yên Amed, Wan û Mêrdînê li paytexta Rûsya Moskovê bi daxuyaniyekê hate şermezarkirin. Hevserokê Meclîsa Gel Refîkê Kamil di civîna çapemeniyê de dagirkirina şaredariyan weke nîşana êrişên nû bi nav kir: "Divê gelê me li dijî vê zîhniyeta dij Kurd nirxên xwe biparêze û têkoşîna xwe geş bike. Dewleta Tirk a ku dema dawî li Başûrê Kurdistanê û Sûriyeyê têk çû, dixwaze tola vê têkçûna xwe ji şaredariyên HDP'ê hilîne. Em vê kiryara qirêj a dewleta Tirk a li dijî Kurdan bi hêrseke mezin şermezar dikin."
ANF/MOSKOV