Keleha Mêrdînê ya dîrokî ku bi salan e wek cihê eskerî tê bikaranîn, bi navê din Hêlina Teyrê Êylo, li halê xwe hatiye hiştin. Keleha ku nayê zanîn di çi rewşê de ye, tê mereqkirin ka wê kengî li gel bê vekirin.
Keleha Mêrdînê ya 3 hezar salî ku ji 1980’yî ve wek beregeheke eskerî tê bikaranîn tevî ewqas dem di ser re derbas bûye jî li gel nayê vekirin. Keleha Mêrdînê ya piştî dema şerê sar dan xizmeta Fermandariya Mewziyên Radarê yîn Hêzên Hewayî, her sal tê gotin ku wê li xelkê bê vekirin. Keleha ku wek meydana eskerî tê bikaranîn û li gel girtiye, dihat plankirin ku Sibata 2017’an li xelkê bê vekirin. Tevî daxuyaniyên tên dayîn jî dewlet şerê li Bakurê Kurdistanê dike hincet, herêmê li xelkê venake. Keleha ku ji aliyê her kesî ve tê mereqkirin û tenê ji dûr ve mirov dikarin lê binihêrin, di dema pêvajoya çareseriyê de dihat payîn ku li gel bê vekirin. Herî dawî hat gotin ku Sibata 2017’an keleh wê li xelkê bê vekirin, lê niha aqûbeta Kelehê tê mereqkirin.
Dikandar ne razî ne
Keleh tevî hemû hewldanên gel û dikandaran jî hîna li şûna xelkê, di xizmeta eskeriyê de ye. Dikandaran nerazîbûn nîşanî rewşê da û got, “Vekirina kelehê ji bo me hemûyan ji bo bajar wê baş be. Ew der ji bo bajar cihekî gelekî girîng e.”
AMED