Li Ewrûpayê çalakiyên li dijî dagirkirina şaredariyan bi xwe re piştgiriyeke mezintir a ji bo doza gelê Kurd jî anî. Şaredarê Kolnê Andreas Wolter got, li dijî qeyûman ew ê cihî ji destê wî bê weke alîkarî bike.

Nerazîbûna ji dagirkirina şaredariyên Bakurê Kurdistanê li Ewrûpayê dewam dike. Şaredarê Kolnê yê ji partiya Keskan  Andreas Wolter hem li ser dagirkirina şaredariyan û hem jî ji ber girtina gelek şaredaran got, “Ez vê yekê weke rewşeke gelekî bi tehlûke dibînim.”

Ji bilî bajarê Elmanyayê Kolnê li bajarê Fransayê Montpellierê, li bajarê Holanda Den Haagê, li bajarê Swîsreyê Baselê jî bi heman armancê çalakî hebûn.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Kolnê li pêşiya şaredariya Kolnê li dijî dagirkirina şaredariyên bakurê Kurdistanê Amed, wan û Mêrdînê, çalakiyeke protestoyî organîze kir. Çalakî rastî saeta civîna Meclîsa Şaredariyê ya Kolnê hat anîn. Serokê koma Partiya Çep a meclisa şaredariyê Jorg Detjen û endama serbixwe ya meclisa şaredariyê Hamide Akbayir çalakger pêşwazî kirin. Çalakgeran dosyayeke li ser dagirkirina şaredariyên kurdistanê bi qeyûman, dosyayek da Jorg Detjenî.

   

Piştre şaredarê Kolnê yê ji Partiya Keskan Andreas Wolter jî ji çalakgeran re peyivî û got, ew Gultan Kişanak şexsî jî nas dike,  ew dizane ku Kişanak û gelek şaredarên din girtîne û wiha peyivî: “Ez vê weke rewşeke gelekî bi tehlûke dibînim. Ji ber serketina gelî ya li Stenbolê wan qeyûm wezîfedar kir li şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê, ez vê gelekî bi tehlûke dibînim.” Wî herî dawî got, di asta cihî de ew di çi warî de karibe, amade ye ku alîkar be.

Li Fransa, Swîsre û Holandayê

Li bajarê li başûrê Fransayê Montpellierê bi meşeke protestoyî dagirkirina şaredariyên Wan, Amed û Mêrdînê hat rûreşkirin. Meşê ji Peyrou Pitot Parkê dest pê kir û heta meydana Comedie dewam kir. Di dema meşê de belavokên li ser dagirkirina şaredariyan hatin belavkirin.

Her wiha nûnerên partiyên çep ên Fransayê jî tevlî çalakiyê bûn. Piştre li meydana Comedieyê mîtîngek pêk hat.

Dagirkirina sê şaredariyên Kurdistanê li Den Haagê jî hat şermezarkirin. Bi vê armancê li ber avahiya parlamenê kon hate vedan û der barê dagirkirina şaredariyan û polîtîkaya qeyûm de belavok hatin xwendin û belavkirin.

Li Baselê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Komîteya Rojava, li dijî darbeya qeyûm û êrişên dagirkeriyê yên li dijî Kurdistanê çalakiyek kir. Di çalakiyê de li dijî dewleta Tirk a ku operasyonên dagirkirinê dike, darbeya siyasî pêk anî, dirûşm hatin gotin û belavokên li ser dagirkirina şaredariyan hatin belavkirin.

 

 NAVENDA NÛÇEYAN

 
 

Siyaseta înkarkirina Kurdan bi dawî bike

 

Dagirkirina şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê li navçeya Kranîkût a Rûsyayê hate şermezarkirin.

Jinên Kurd ên li navçeya Kranîkût a ser bi Saratova Rûsyayê, bi daxuyaniyeke çapemeniyê dagirkirina şaredariyên HDP’î li Bakurê Kurdistanê, şermezar kir.

Ji rêveberên Tevgera Jinê ya Rûsyayê, Fatima Kadîrova li hewşa Komeleya Çanda Kurd a Krasnîkûtê axivî û got, “Divê dewleta Tirk siyaseta xwe ya înkarkirina Kurdan bi dawî bike.”

Kadîrov anî ziman ku gelê Kurd divê li dijî vê neheqî û talanê, têkoşîna xwe geş bike û got, “Bi navê jinên Kurd ên li Rûsyayê, em dibêjin, di vê têkoşîna mafdar de em bi wan re ne. Her wiha em bang li hêzên navneteweyî dikin ku li pêşberî vê neheqiyê bêdeng nemînin û nebin hevparê vê yekê.”

Çalakî bi gotina dirûşmên li dijî AKP-MHP’ê bi dawî bû.