Li bajarê Fransayê Toulouseê du belgefilmên derhêner Mylène Sauloy hatin nîşandan. Yek jê bi navê “Şerê jinên Kurdistanê” û ya din bi navê “Şoreşa bi destê jinan” e. Elaqeya ji bo nîşandana herdu filmên li ser Tevgera Jinên Kurdistanê ya Azadiyê, mezin bû. Dahata ji nîşandana filman wê ji Rojava re bê şandin.

Nîşandana filman bi zanîn rastî 25´ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şideta Beramberî Jinê hate anîn û film li hola sînemayê ya Tournefeuille Utopia hatin nîşandan. Nîşandana filman bi desteka dostê Kurdan Marc Manegerie, sînemaya Utopia, Les Amis du Monde Diplomatique çêbû. Qederê 200 kesî li filman temaşe kir û derhênerê bersiv da pirsên elaqedarî konfederalîzma demokratîk û têkoşîna jinên Kurd.

 

 TOULOUSE