
Her çiqas hunermend dijberî hunermendên kolanan jî bin, her roj ev hunermendî bi pêş dikeve. Li Izmîrê, li rêya Alsabcak Kibris Şehîtlerî xelk her diçe bêhtir hez ji zarokên hunermênd ên kolanan dikin. Bêhtir ciwan hunermendiya kolanan dikin. Di rojên dawî de zarok bi şiva li kova û kartonan dixin û sazbendiyê dikin. Zarokên penaber ên Rojavayê li ciwanên ku hunermendiya kolanan dikin dinihêrin û dixwazin heman rîtmê bi dehola ku ji kartonan çêkirine sazbendiya xwe bi pêşbixin. Muhammedê 13 salî bi mereqa xwe fêrî sazbendiyê hîn bûye û hunera xwe pêşkeşî gel dike. Welatî gelekî hez ji Muhammed dikin.
‘Li Tirkiye yê jiyan biha ye’
Malbata Muhammed piştî êrîşên çeteyan bi ser Rojava de neçar ma ku werin Tirkiyê yê. Malbata Muhammed demeke kin li Rihayê dimîne. Piştî salekê koçî bajarê Îzmîrê dikin û li Izmîrê jî Muhammêd neçû dibistanê. Muhammed wiha behsa jiyana xwe ya koçberiyê dike: “Bavê min şûşeyên lastîkî kom dike. Min li Rojava heya pola 3’emîn xwend, lê li Tirkiyê jiyan gelekî bihayê bi şertên zor em li vir jiyana xwe dewam dikin. Ji bo ku bavê min bitenê nikare debara mala me bike, ez nikarim herim dibistanê jî.”
‘Min ji sîtilan dahol çêkir’
Muhammed da zanîn ku ji çar xwişk û birayan yê mezin ew e û wiha domand: “Peşî min li flutê dixist li derdora min ciwanan li daholê dixist, û vê tesîr li min kir. Piştî hinbûna daholê, êdî min jî lê dixist. Pereyê min nebûn ku ez daholê bikirim, bi lêxistana sîtil û kartonan, bi taxlîtan ez hînî ritmên hunerê bûm. Êdî sazbediya min bûbû lêxistina sîtilan, bi vî şiklî min rîtim çêkir û çiqas diçû hezkirina rîtma sazbenbendiya min zêde dibû.”
Şer ew bi carêkê mezin kiriye
Muhammed bi lêxistina sîtil hem kêfxweş dibe hem jî pereyên ku bi dest dixe alîkar dibe bi malabata xwe re da ku debara xwe bike. Zarokên di temenê Muhammed de li dibistan û kolanan dileyîzin, lê Muhammed ji bo debara malê neçar e ku bixebite û jiyana wê jî hêsan nîne. Gotina dawî ya Muhammed wiha ye: “Ez li kar ne bitenê me, hevalekî min ê din jî heye, ew jî li daholê dixe. Ez ji wî hîn bûm li daholê bixim. Li ser vê rêyê çend hevalên min ên din jî hene, ew jî heman karî dikin.“
JINHA/ IZMÎR