Çeteyên DAIŞ’ê, bacê ji cotyarên Mexmûrê distînin. Hejmarek parêzer û cotyarên navçeya Mexmûrê û bajarokên Kendênawa û Qerec yên Mexmûre, têkilarî mijarê çûn serdana parlamena Herêma Kurdistanê. Parêzer û cotyaran daxwaz ji parlamena Herêma Kurdistanê kir da ku ji bo ewlehiyê kar bikin da ku pêşmerge vegerin û destnîşan kir ku li herêmê, çeteyên DAIŞ’ê bacê ji cotyaran distînin.
Lazim e pêşmerge vegerin
Nûnerê Şaxa Sendîkaya Parêzerên Kurdistanê ya Hewlêrê, parêzer Goran Dîbegeyî der barê mijarê de li ber parlamenê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wî behsa van xisûsan kir: “Daxwaznameya cotyaran a têkildarî gefên çeteyên DAIŞ‘ê ya dijî wan, me gihand parlamena Herêma Kurdistanê. Ji ber vekişîna pêşmerge, valahiya ewlehiyê li herêmê çêbûye. Niha ku demsala dirûnê nêzîk bûye, yanî wê çinîna erdan nêzîk e, gef û metirsiya DAIŞ‘ê li ser cotyaran heye. Bi taybetî li gundên li herdu aliyên çiyayê Qereçux. Ji ber ku çete li wir daxwaza bacê ji cotyaran dikin. Heger pêşmerge venegerin, îsal cotyar wê nekaribin berhemên xwe biçinin.”
Em ê di civîna xwe de kar li ser bikin
Serokê Lijneya Çandiniyê ya li Parlamena Herêma Kurdistanê Osman Kanî Kurdeyî jî li ser mijarê axivî û got; “Em weke lijne daxwaznameya birayên xwe yên cotyar werdigirin. Em ê di civîna lijneya xwe de kar li ser bikin. Serdana Wezîrê Pêşmerge û Wezîrê Hundir bikin. Ji bo ku maf û daxwazên wan bigihin hikûmet û aliyên peywendîdar.”
HEWLÊR