Hevserokê PYD‘ê Şahoz Hesen bidawîkirina dagirkeriya Tirkiyeyê li Sûriyê heyatî nirxand û got, erka sereke ya dikeve ser milê hemû gelên Sûriyê rizgarkirina herêmên di bin dagirkiriya Tirkiyeyê de ye.
Hevserokê PYD´ê Şahoz Hesen got, hebûna çeteyên DAIŞ‘ê li Sûriyê girêdayî dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê ye û xwest, hemû gelên Sûriyeyê ji bo rizgarkirina herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de bixebitin.
Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) rêzecivînên xwe yên bi malbatên şehîdan re didomîne. Di vê çarçoveyê de doh civînek ji malbatên şehîdên navçeyên Til Birak û Til Hemîsê yên ser bi Qamişlo re çêbû. Civîn bi armanca nirxandina rewşa siyasî li navenda Çand û Huner a navçeya Til Hemîsê bû.
Hevserokên PYD‘ê Eyşe Hiso û Şahoz Hesen û bi sedan malbatên şehîdan ên herdu navçeyan di civînê de amade bûn.
Em ji diyalogê re amade ne
Beriya birêveçûna civînê, ji bo bibîranîna cangoriyên azadiyê rêz hate girtin. Şahoz Hesen rewşa siyasî nirxand û got, “Em di pêkanîna çareseriya siyasî û danûstandinan de rêya xwe dewam dikin û zimanên gefxwarinan ti carî qebûl nakin. Rêjîma Sûrî gefan li rojhilatê çemê Firatê dixwe, lê mijara rojhilatê Firatê ne bi diyalogan be, çareser nabe, em jî ji vê re amade ne.”
Hesen di dewama axaftinan de got, xetera ku divê rêjîma Sûriyeyê bibîne, dagirkeriya Tirkiyeyê li herêmên Bakurê Sûriyê û destekdayîna wê ya çeteyan e. Dewleta Tirk destekê dide DAIŞ û Cebhet El-Nusra, hebûna çeteyan li ser xaka Sûriyê, girêdayî Tirkiyeyê ye ku heya niha wan derbasî nav xaka Sûriyê dike.
Erk dawîanîna li dagirkeriyê ye
Hevserokê PYD‘ê Şahoz Hesen îşaret bi girîngiya bidawîkirina dagirkeriya Tirkiyeyê kir û got, erka sereke ya dikeve ser milê hemû gelên Sûriyê rizgarkirina herêmên di bin dagirkiriya Tirkiyê de ye ango rizgarkirina Efrîn, Idlib, Cerablus û hwd, e. Li gorî Şahos Hesen, bi rizgarkirina van herêman ji dagirkeriya Tirkiyeyê, êdî gavên ber bi çareserkirina siyasî ji bo aloziya Sûriyê dê hesan bên avêtin.
Hevserokê PYD‘ê Şahoz Hesen di dawiyê de got, “Hemû endamên Meclisa Malbatên Şehîdan wekî ku endamên PYD‘ê ne, ji ber ku xwedî li fikra neteweya demokratîk derdikevin, felsefeya partiyê jî heman tişt e, ji ber ku PYD‘ê partiyek e ku pêşengtiya vê fikrê dike.”
Piştî axaftina Şahoz Hesen, deriyê nîqaş û bersiva pirsan hate vekirin. Her wiha rewş û pirsgirêkên malbatên şehîdan jî hatin nîqaşkirin.
ANHA / QAMIŞLO