Li Şengalê çete pelixîn

Çeteyên DAIŞ'ê doh danê sibehê êrîşî Geliyê Şîlo yê li ser rêya Mûsilê kir. Şervanên YBŞ'ê û gerîlayên HPG/YJA Starê yên bi tevgera çeteyan hesiyan, di cih de bersiv da êrîşê. Di şerê li vê derê de bi dehan çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin, gelek cenazeyên çeteyan li herêma şervanên YBŞ û gerîlayên HPG/YJA Starê de man.

Dema ku nûçeya me dihat amadekirin şerê li herêmê dewam dikir û çav li rê bû Navenda Ragihandina HPG´ê û ya YBŞ´ê bi hev re li ser vî şerî bi daxuyaniyekê agahiyn berfireh bidin.

 

Êrîşên li seranserê Başûrê Kurdistanê hatin şikandin

Çeteyên DAIŞ’ê pêr bi şev heta serê sibê ji çend aliyan ve êrîşî pêşmergeyan kir lê rastî bersiveke tund a pêşmergeyan hatin û gelek çete hatin kuştin. 

Pêr bi şev heta doh serê sibê çeteyên DAIŞ’ê ji çend aliyan ve êrîşî pêşmergeyan kir li navçeyên Keskê, Askî Mûsil, Birca Askî Mûsil, Şindoxa û Mexmûrê bû armanca êrîşên çeteyan. Di encama van êrîşan de şer qewimî.

Berpirsê komîteya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê Reşad Gelalî derbarê êrîşê de ji Ajansa Nûçeyan a Rojê (RojNews) re axivî û got: “Çeteyên DAIŞ’ê li sînorê qezaya Mexmûrê baregehên pêşmergeyan topbaran kirin. Di ecnamê de 2 pêşmerge şehîd bûn û 3 jî birîndar bûn.”

Gelalî herwiha dazanîn ku pêşmergeyan bersiv daye van êrîşan û darbên giran li çeteyan dane.

Li aliyê din berdevkê fermî yê Fermandariya Pêşmergeyên Zêrewaniyê Azad Hevêzî ji RojNews re axivî û got: “Li hemû herêmên ku çeteyan êrîş kiriye pêşmergeyan darbên giran li wan dane. Bi dehan terorîst hatin kuştin û bi dehan termên wan jî kete destê hêzên pêşmerge.” 


 ROJNEWS - ŞENGAL/HEWLÊR