Li gorî nûçegihanên ANHA’yê li aliyê rojavayê bajarê Minbicê nexasim li derdora Çerxerêya Sebih Behrat û Nexweşxaneya El-Wetenî şerekî dijwar rû dide. Şervan li vê bereyê dixwazin aliyê rojavayê bajêr ji çeteyan paqij bikin.
Ji Sebih Behrat re 200 metro mane
Şervanên Minbicê bi piştgriya balafirên Koalîsyona Navneteweyî piştî şerekî dijwar gihiştin derdora Çerxerêya Sebih Behrat a li ser rêya Çerxerêya El-Şerîha û navenda bajêr.
Şervanên Minbicê 200 metreyan li başûrê çerxerêyê û 400 metre li rojavayê çerxerêyê dest bi lêgerîn û paqijkirinê kir.
Li parçeyekî taxa El-Hezawnê ku hê bi temamî nehatiye rizgarkirin, operasyon dewam dike. Ev tax ji sedî 85 beriya demekê ketibû destê şervanên Minbicê. Şervan hewl didin bi pêşveçûna xwe dewam bikin û tevahiya taxê kontrol bikin.
Li van deveran di şer de 7 çeteyên din ên DAIŞ’ê hatin kuştin û 6 jî bi saxî dîl hatin girtin, her weha maşîneyeke çeteyan hate desteserkirin.
Dibistana Adiyat êdî azad e
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ji ANHA’yê re diyar kirin ku di rojên dawiyê de Dibistana Adiyat a li başûrê bajarê Minbicê ji çeteyan hatiye rizgarkirin.
Şervanên ku bi coşa azadî û rizgariyê di nava qadên azad ên bajarê Minbicê de tev digerin, gotin, “Em ê di demeke nêz de bajarê xwe rizgar bikin û gelê xwe jî azad bikin.”
Çeteyan derbên giran xwarin
Çeteyên DAIŞ’ê ku êrişî gundên li ser Çemê El-Sacûr kirin, derbên giran xwarin û dîsa paş ve reviyan.
Li gorî agahiyên ji nûçegîhanên ANHA’yê, çeteyên DAIŞ’ê doh ji rojavayê gundê El-Dadat êrişî gundên rizgarkirî yên li ser xeta Çemê El-Sacûr kir.
Di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên DAIŞ’ê de şer qewimî. Çeteyan nikarîbû xwe li hemberî berxwedana şervanan ragirin û ji meydana şer reviyan. Di vî şerî de êrişa çeteyan hat pûçkirin û her wiha maşîneyeke doçka li ser a 23 mm û topavêjeke çeteyan hatin rûxandin.
Berpirsyarê DAIŞ’ê yê eniya rojava hat kuştin
Fermandarê Çeperên çeteyan ên li tevahiya Minbicê û berpirsyarê bereya rojava ya Minbicê yê çeteyên DAIŞ’ê Ebu Suheyl El-Maarawî hate kuştin.
Li gorî agahiyên ji nûçegihanên ANHA’yê yên li herêmê hate girtin, balafirên şer ên koalîsyona navnetweyî ya li dijî DAIŞ’ê pêr li mewziyên çeteyan ên li dora Nexweşxaneya Wetenî (çeteyan navê wê kiribû Ayşe Um El-Mu’minin) ya li Rojavayê Minbicê bombebaran kir.
Di encama bombebarên de Fermandarê Çeperên çeteyan ên li tevahiya Minbicê û berpirsyarê bereya rojava ya çeteyan Ebu Suheyl El-Maarawî hat kuştin.
ANHA/MINBIC