Çeteyên DAIŞ'ê êrîşî koçber û penaberên ji Iraq û Sûriyeyê kirin, ku hewl didan ji cihekî nêzî Deriyê recim Selîbî derbasî Rojava bibin. Ji ber vê êrîşê 37 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Çeteyên DAIŞ'ê doh danê sibehê êrîşî koçberên ji Iraq û Sûriyeyê kirin, ku hewl didan ji Deriyê Recim Selîbî derbasî Rojava bibin. Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) dest li çeteyan werdan û êrîş têk birin. Ji ber êrîşa DAIŞ'ê 22 kesan li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn.
Bi dehan kesên birîna wan giran bû, rakirin nexweşxaneya Hesekê. Wezîfedarên tenduristiyê ragihandin, ji birîndarên rakirine nexweşxaneyê 15 kesan jiyana xwe ji dest dane ku piraniya wan jin û zarok in. Hejmara mirovên di vê êrîşa çeteyan de jiyana xwe ji dest dan, gihîşt 37 kesan. Yek ji mirovên jiyana xwe ji dest dane, pitikê 3 mehî Mintezir Ishaq Xidir e. Cenaze li Nexweşxaneya Hesekê ne.
HESEKÊ