Cockburn cih da gotinên çeteyên DAIŞ'ê Faraj û bi vî awayî gotinên wî neqil kirin: "Dema Artêşa Tirk kete Cerablûsê, ez bi hevalên xwe yên li wir re axivîm. Mîlîtanên DAIŞ'ê Cerablûs terk nekir, wan bi tenê riha xwe kur kir."

Dema sala 2015'an de YPG'ê Girê Spî dorpêç kir û ew der azad kir, Faraj (30 salî) jî di nav 150 çeteyên DAIŞ'ê debû. Ew wisa dibêje, "Tirkiyeyê gelek piştgirî da DAIŞ'ê. Dema ez li Tel Ebyadê bûm, bêyî ku eskerên Tirk ên li ser Sînor astengiyê derxin, me gelek çek û muhîmmat ji wir dibirin."

Çeteyê DAIŞ'ê ji bo nûçegîhan Cockburn gotiye, ew ji Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan hez nakin, lê "ji dîktarorên welatên Ereb ên din baştir e".

Wî gotiye, ew ligel DAIŞ'ê dijî, lê ji ber tiştên ew li hev nakin, êdî şer nake. Ew dibêje, li gelek welatên dinyayê DAIŞ'î hene, ew niha dikin li Erebistana Siûdî, Misir, Lîbya û Tûnisê careke din hêza xwe kom bikin. 


 LONDON