Silo bal kişand ser têkoşîna QSD’ê ku li dijî çeteyan dimeşîne û wiha axivî: “Hêzên me bi YPG/YPJ’ê re bi hev re li hember çeteyan têdikoşin. Êrîş li hember Sûriyeya demokratîk û gelên wê ne.”


‘Em ê heta dawiyê têbikoşin’

Silo bi bîr xist ku êrîş bê encam mane û wiha berdewam kir: “Êrîş, êrîşên kesên ku destketiyên gelên Sûriye û Rojhilata Navîn naxwazin, e. Ev hêzên paşverû wê her tim hêzên me li dijî xwe bibînin. Ev êrîşan bi destê hêzên li derdorê pêk tînin. Li hember gelê Kurd û yê Sûriyeyê êrîş pêk tên. Ji bo pêşîgirtina desteketina Sûriyeya demokratîk û avahiyek federal e. Ji bo sîstemek demokratîk û xweser, em ê heta dawiyê têbikoşin.”

Silo ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê li qadên wan rojên xwe yê dawî dijî û wiha got: “Em tenê li dijî DAIŞ’ê tênakoşin, bi hêzên alîgirê wê re jî şer dikin. Li pişt DAIŞ, El- Nûsra, El-Şam çiqas hêz hebin bila hebin, li hember hêzek demokrasiyê ti hêzên paşverû nikarin bisekinin. Ev kongre ji bo Sûriyeyê û hatine cem hev a hêzên demokratîk girîng e; wê encamê bigire.”


‘Bandora dewleta Tirk tineye’

Silo destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze Sûriyeyê tevlîhev bike, wiha diyar kir: “Hewl dide nîfaqê bixe nav gelên bi hev re dijîn. Bi taybet jî li ku derê avahiyek demokratîk hebe li dijî wê argumanan dafirîne. Êdîa polîtîkayên dewleta Tirk encam nagire û di qada siyasetê de têkçûn tam kir. Êdî ti hêza wê tineye.”


ARAFAT DAYAN/ANF/DÊRIK