
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di çarçoveya Hamleya Şehîd Rûbar de li Kantona Cizîrê û şerê li Kobanê de 14 gund hatine rizgarkirin û 181 çete hatine kuştin.
Navenda Çapemeniya YPG´ê elaqedarî Hamleya Fermandar Rubar Qamişlo ya ku bi armanca rizgarkirina gund û bejahiya rojavayê Kantona Cizîrê hatibû destpêkirin û li ser şerê Kobanê, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin, di çarçoveya hamleyê de hêzên wan operasyonên xwe li hember çeteyên dorpeçkirî didomînin. YPG´ê ragihand ku pêr tevahiya rojê çeteyên ku dixwestin dorpeçê bişkînin li gundê Huda û Til Fîtetat 4 êrîşên cuda kirine û wiha dewam kir: “êrîşên komên çete yên ku destpêke 2 maşîneyên teqemenî barkirî teqandin û piştre dest bi êrîşê kirin, hatin şikandin. Danê êvarê jî komên çeteyan ji cihên cuda êrîşî çeperên hêzên me kirin lê hemû êrîşên çeteyan hatin pûçkirin. Komên çeteyên ku dixwestin kom bi kom ji dorpêça hêzên me derkevin hat şopandin û ev kom bi temamî hatin tinekirin.”
180 çete hat kuştin
Navenda Çapemeniya YPG´ê diyar kir ku li hemberî gûndên ku di bin dagirkeriya çeteyan de bû operasyon pêk anîne û wiha pê de çû:” Di encama van operasyonan de gundên Til Tal, Qahîre, Selmasa, Dişîşa, Dişîşa Beggara, Sikr Hêmir a ku ji 3 gundan pêk te, Dibsa û Til Xelîfa ji çeteyan hat paqijkirin. Hêzên me di encama operasyona şevê din de mefreqa stratejîk a Xerra a ku li quntara Çiyayê Evdilezîz (Kezvan) e û devereke din a stratejîk a li serê rojhilat ê Çiyayê Evdilezîzê bi dest xistin.
Di van operasyonan de rêhevalekî me ku bi lehengî şer dikir û derbên giran li çeteyan dixistin, gihişt şehadetê.
Di operasyonên 24 seatên dawî yên li dijî çeteyan de bi qasî hatiye zelalkirin 180 çete hatin kuştin. Hêzên me di van operasyonan de tangek, 3 maşîneya leşkerî, maşînek cûre VAN a cebilxane barkirî û çekeke BKC ruxandin.”
Li Kobanê 3 gund rizgar bûn
Di daxuyaniyê de derbarê Berxwadana Kobanê de jî agahî hatin dayîn û hat diyarkirin ku ji bo bi temamî paqijkirina Kobanê operasyonên wan bênavber dewam dikin. Daxuyaniyê wiha dewam kir: “ Hêzên me şevê din li rojhilate Kobanê operasyonek li dar xistin. Operasyona bi armanca rizgarkirina gundên di bin dagirkeriya çeteyan de bi encam bû û 3 gund ji çeteyan hatin rizgarkirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di vê operasyonê de ku gundên Şewik, Koçgar û Berbihesên pê hatin rizgarkirin, nehatiye zelalkirin.
Heman şevê hêzên me li nêzikî gundê Cêbariyê ku li başûre Kobanê ye, li hember komên çeteyan êrîşêk li dar xistin. Di encama vê êrîşê de bi qasî hat zelalkirin endamekî çeteyan hatiye kuştin.”
ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN