Dozdar Hemo: Bi pêngava Baxozê re şerê li hember DAIŞ’ê yê bereyê wê bi dawî bibe. Lê em nikarin bibêjin, DAIŞ xilas bû. Ji ber ku niha li Kerkûk û Diyale li Iraqê, DAIŞ heye. Li çola Sînaî, li Somalî, li Lîbya li Selahedînê DAIŞ heye. Li ser axa Sûrî DAIŞ qediya. Lê divê weke fikir mirov rahêjiyê.
Siyasetvan û lêkoler Dozdar Hemo, der barê têkçûyîna DAIŞ‘ê ya li Sûriyê, israra dewleta Tirk ya ji bo herêma ewle, di erdnîgariya Sûriyeyê de rola Kurdan û projeyê wan a ji bo paşeroja gelên Sûrî de peyivî.
Dozdar Hemo, di destpêka axaftina xwe de berxwedan û serketina şervanên azadiyê silav kir û got, “Navê DAIŞ´ê sala 2014’an li cihanê hat bihîstin. Ev çete weke hêzekê bi tehlûke, hov, terorîst, li cihanê hate ragihandin û hate naskirin. Bi dagirkirina Mûsilê re ev hêz weke ku ti kes nikare li ber bisekine, artêş ji ber direviyan. Li sînor, hinek dewletan artêşên xwe vedikişandin û diçûn. Bi qirrkirin û êrişa li dijî Şengalê re hovîtiya DAIŞ’ê hîna zêdetir diyar bû. Terora DAIŞ’ê wisa lê hat ku berî navê xwe dihat. Hîna ku DAIŞ li Mûsilê bû, ti kes li Dêra Zorê nedima. Êdî nav li xwe kirin li Şam û Bexdayê bi navê dewleta Islamê. Di cihanê de yê ku cara yekê berovajî difikirî, gotin na, em dikarin li hemberî DAIŞ’ê bisekinin, em dikarin li beramberê DAIŞ’ê çand, nirx û dîroka xwe biparêzin, tenê şervanên Kurd bûn.
Divê mirov weke fikir rahêjiyê
Siyasetvan û lêkoler Dozdar Hemo, li ser nêzîkatiyên ku dibêjin, DAIŞ têk çûye jî got, “Şervanên Kurd ji 2013’an ve li hemberî hovîtiya DAIŞ’ê mirovatiyê diparêzin. Ev çar sal in li hember DAIŞ’ê şerekî mezin tê kirin. Niha her kes, kêlî bi kêlî li xilasbûna DAIŞ’ê temaşe dike. Bi pêngava Baxozê re şerê li hemberî DAIŞ’ê yê bereyê wê bi dawî bibe. Lê em bi teqez nikarin bibêjin DAIŞ xilas bû. Ji ber ku niha li Kerkûk û Diyale li Iraqê, DAIŞ heye. Li çola Sînaî, li Somalî, li Lîbya li Selahedînê DAIŞ heye. Li ser axa Sûrî DAIŞ qediya. Lê divê weke fikir mirov rahêjiiyê.
Bi zimanê nû dagirkerî
Dozdar Hemo, rojeva herêma ewle yan jî tampon a ku tirkiye bi israr behsa wê dike, weke şêwazekî dagirkeriyê pênase kir û wiha domand: “Berî her tiştî herêma ewle yan herêma tampon. Ev gotinên çêkirî, divê neyên bikaranîn. Çi ewle yan jî kî ewlehiyê dixwaze? Jixwe Bakur û Rojhilatê Sûriyê herêma bi ewle ye. Niha bi hezaran xelkê Sûrî li vê heremê bi cih bûne. Bi pêkhateyên Kurd, Ereb, Xirîstiyanên Ermen, Suryanî, Çeçen, Tirkmen bi hev re dijîn. Di bin navê herêma bi ewle de dagirkerîyeke nû heye. Bi zimanê nû dagirkerî ye ev, weke ku Efrîn li ber çavê cîihanê bi tang, teyare û topan hat dagirkirin. Ev jî şêwazekî dagirkerîyê ye.
Piştî Eraban Kurd tên
Dozdar Hemo, bal kişand ser stratejiya Kurdan ya ji bo Sûriyeyê jî û got, “Li Sûriyeyê, piştî neteweya Ereb, weke neteweya duyemîn mezin, Kurd hene. Kurd weke netewe, weke miletekî, zimanekî, çandekê, dîrokekê, li Sûriyeyê weke civakekê hene û kes nikare vê înkar bike. Beriya şoreşa Sûriyeyê di 2011’an de ku piştî çend rojên din em dikevin sala wê ya 9’an, Kurdan roja ewil çi gotibû ji bo siberoja Sûriyeyê, îro jî heman tiştî dibêjin. Stratejiya Kurdan a ji bo siberoja Sûriyeyê sabît e, ne taktîk e.
Qirêjiya cihanê paqij kirin
Dozdar Hemo di dawiya axaftina xwe de got, “Qirêjiya cihanê di Sûriyê de bi destê hêza Sûriya Demokratîk paqij dibe. Ji bo vê jî pêwîst e hemû mirovahî bi exlaq, wicdan çawa van şervanan li ber çavên hemû cihanê li dijî van çeteyan şer kir, şehîd dan û dawiya terorîstan li Sûriyê anîn, pêwîst e mirovahî jî van şervanên ku ji bo azadiyê şer kirine, di bin bar de nehêle. Ji ber ku DAIŞ barek e. Divê dewlet rahêjin çeteyên xwe, heger ku negirin, Rêveberiya Xweser dê mecbûr bibe vana bi mehkemeyeke adilane li ber çavê hemû cihanê, hemû tiştan îzah bike.”
NAVENDA NÛÇEYAN