
Bîst û heştemîn rûniştina Serokên Welatên Ereb li Urdinê di 28’ê Adarê de li dar ket ku di encamê de reşnivîsek li dijî Îranê hate weşadin. Lê belê welatên Ereban tenê bi vê reşnivîsê neman û tevî Hîzbullah a Lubnanê, Grupeke Terorê pênase kir. Piştî vê yekê di 9’ê Gulanê de rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê(DYE) biryar girtin ku ji bo Hêzên Sûriya Demokratîk çek û sîlehên giran werin şandin. Bi vê yekê re Serokkomarê Tirk Erdogan li dijî prensîbên navdewletî bi awayekî dijminan ev biryar da ber xwe. Lê belê DYE’ê îlan kir ku hêzên QSD’ê û Yekîneyên Parastina Gel mezintirîn bû bihêztirîn mutefîkên wan in di şerê li dijî DAIŞ’ê de. Piştî biryara Trump a ji bo QDS û YPG’ê çekên giran şandin Erdogan xwest serdana DYE’ê bike û ji Trump bixwaze alîkariya ku alîkariya ji bo QSD û YPG’ê rawestîne. Erdogan 17’ê Gulanê serdana Emerîkayê kir lê belê ji bilî 22 xulekan li gel Trump pê ve ti tiştek b dest nexist. Li ser vê yekê ku weke heqaretê li Erdogan hate nîqaşkirin rojnamevanê Tirk Cengiz Çandar di malpera Almonitor de digot: “Ez wekî kesekî ku bi dehan caran li koşka Spî tevlî danûstandinên di nav Tirkiye û Emerîka de bûme, min qet nêzîkatiyeke bi vî awayî nedîtiye. Ez berê jî bi serokkomar û serokwezîrên berê yên Tirkiyeyê re çûme Emerîkayê ku wekî Turgut Özal, Tansu Çiler, Süleyman Demirel, Bülent Ecevit û dîsa bi Erdogan in. Her wiha di yekem serdana Erdogan ya di sala 2002’yê de ku bi George Bush re bû ez amade bûm. Ti civînek naye bîra min ku tenê 22 xulek bûn. Jixwe nîvê vê wextê jî bi wergêra axaftinan re derbas dibe.”
Bi Trump dewraneke nû?
Em li naveroka babeta xwe vegerin. Bûyerên li Rojhilata Navîn qewimîn bi yekem sefera Trump a li Rojhilata Navîn re ku di 22´yê Gulanê de ji bo Erebîstana Siûdî bû, formên nû yên guhertinê bi xwe re anîn. Gelo tê bîra ti kesan gava Trump di pêşbaziya hilbijartinan de bû, tiştên ji bo misilmanan digotin? Trump digot, “Emerîka dê destûrê nade ku vîze ji bo misilmanan bête dayîn ji ber ku ew grupên radîka dihewînin.” Ev tenê beşek ji gira Trump a li dijî cîhana Îslamê ye ku deng veda bû. Lê pirs ew e ku li gel vê yeka darîçav Erebîstan Siûdî çima govenda bi şûr û şemşîran ji bo Trump ku ew jî tevlî govendê bibû, li dar xist. Bersiv zêde ne kûr e. Mesele dijberî û helwêsta tund a Trump a li dijî rejîma Îranê ye. Li ser banga van gefên du alî Erebîstana Siûdî bi Emerîkayê re peyman pesend kir ku bi buhayê milyar dolaran çekan jê bigire. Bi vê yekê jî bi nêzîkbûneke li gel Îsraîlê hewl tê dayîn bi rê ya bereyeke Sunnî-Ereb dirûvekî din bide Îranê.
Li aliyekî din 7’ê Hezîranê, hin êrîşên xwekujî li avahiya parlemana Îranê û li herêma damezrandina Hikûmeta Îranê pêk hatin û di encamê de 22 kes li gel 5 êrîşkaran hatin kuştin û bi dehan birîndar jî çêbûn. Piştî bi çend xulekan DAIŞ’ê ev êrîş girte ser xwe. Tişta balkêş ew bû ku ev êrîş piştî axaftina wezîrê karên derve yê Erebîstan Siûdî Adil Cubeyr, çend demjimêran, pêk hatin ku axaftina Cubeyrî wiha bû: “Îran li seranserî cîhanê piştevaniya terorîzme dike û 90 ji 100’î meteryalên bombeçêkirinê ji Îranê têne wergirtin.”
Faktora Erebistana Siûdî

Hal û ehwalê Rojhilata Navîn gelekî tevlîhev bûye. Siyaset kêlî bi kêlî diguhere ku ev yek jî li cîhan û herêmê dibe sedem ku bereyên cihê rû bidin. Tirkiyeye ku bi hevkariya DAIŞ’ê û dermankirina çeteyên terorîst di belgeyên Wikiliks û îstîxbarata Rusya de tê tewanbar kirin, ji mêj ve diyar dibe ku li axa xwe ev yek belav kiriye. Lê niha bi hevpeymana xwe ya li Suriyeyê, bi Erebîstana Siûdî re li ser pirsgirêka Qetarê ketiye nava nakokiyan. Erebîstana Siûdî hemû kanalên asmanî, bejahî, aborî û siyaseta li ser Qetarê daye girtin. Berevajî vê yekê jî Tirkiyeyê hêzên xwe yên taybet ji bo parastina Qetarê şandine Qetarê her wiha pêwîstiyên jiyana rojane jî ji bo Qetarê dişîne.
Suriye piştî şeş sal alozî û şerê bênavber niha gihiştiye qonaxa formulasyon û dîzayna nû. Li paytexta DAIŞ’ê dawî li nefesa çeteyan tê anîn. Hêzên QSD’ê bi serkêşiya YPG û YPJ’ê derbên giran li laşê DAIŞ a birîndar dixin. Her roj nûçeya rizgarkirina tax û navçeyeke Reqayê bi destê QSD’ê li medyayan belav dibe. Bi vê yekê re paralel artêşa Esed hewl dide tevlî rizgarkirina Reqayê bibe da ku di pêvajoya piştî DAIŞ’ê de destxurt rûne ser masê. Niha kes zêde behsa Artêşa Azad a Suriyeyû û opozîsyona hotelnîşan nake. Heman artêşa ku bi bloka Sunnî re tevdigere jî dît ku bêyî Rojava hesap nayên kirin ji ber ku li herêmê tenê Kurd in yên bi bi gelemperî xwedî rêxistin û plan. Pirr guhertinên serokên opozîsyona Suriyeyê û binketina planên nûnerê Neteweyên Yekbûyî, bêencam mayîna konferansên Cenevre û Astanayê perde li ser rastiyan hat rakirin ku her plana bêyî Kurd bi ser nakeve û mehkûm e tine bibe. Ev yek gotinên li ser devê Salih Muslîm û Asya Abdullah in ku hevserokên PYD’ê ne her wiha heman rastî gelek caran ji devê rayedarên Rojava di gotubêjên dîplomatîk de têne bihîstin.
Hilbijartin û klîka desthilatdariyê
Van guhertinan têsîra xwe da hilbijartinên 2017’ê yên li Îran a li meydana hundir û derve pirr lerzok e û di roja xwe ya nexweş de ye. Eger em tenê li axaftinên namzetên îstîxbarat a Komara Îranê guhdarî bikin jî wê bi awayekî zelal ev rastî bêne fêhmkirin. Jixwe mijarê wekî meaşên rayedaran ên bi milyar dolaran, bêkarî, aboriya girêdayî buhaya petrolê, binçavkirin û girtina bi sedan rojnameger, çalakgerên siyasî û di salekê de darvekirina 562 kesan, lehiya li başûrê Îranê, dike ku xelkê Îranê bigihêje qonaxa teqînê. Heger em nokokiyên diyar yên dewleta Ruhanî û serdestiya Xameney û mafyaya Sipah ku ketiye qonaxeke nû , bidin aliyekî jî li sehaya navdewletî bi mirina Refsencanî nakokiyên giran ketina navbera Îranê û Erebîstan Siûdî û welatên kendavê.
Guhertina li nav rêziknameya HAMAS û bilindkirina ‘Tinekirina Îsraîlê’ bûye sedem ku li nav siyaseta Îranê îhtîmala îxtîlalê zêde bibe. Bernameya lihevkirinê ya nuklerî ya di navbera welatên 5+1 ku bi serkêşiye Emerîka pêk hatibû ji ber hewldanên aliyên tundraw û kesên wek Xamenei û tehdîda Trump vê yekê lawaz dike.
Îxtîlafeke fahîş di navbera Nîzam û kesên tundraw û bi Ruhaniyê xwedî 23 milyon dengên gel heye. Xamenei dawî li gengeşeya xwestina UNESCO’yê anî û diyar kir ku ew ti carî destûr nadin 4 kesên ji UNESCO pergala perwerdeya Îranê diyar bikin. Li gel vê jî ji alîgirê xwe re got heger hûn têbigihîjin ku sazî û dezgehên navendî yên dewletê nikarin erka xwe bi cih bînin û bê karîger bin, li wan deran hûn dikarin mudaxale bikin. Lewma eger em rojekê nûçeya îstîfaya Ruhanî bibihîsin divê metelmayî nebin. Çimkî van rojan Xamenei bi awayekî eşkere li Ruhanî dixe û dibêje nabe ti caran tecrûbeya 1980’yî dubare bibe. Lewma em dikarin bêjin derî li mudaxaleye li Îranê vekiriye.
Dewra Kurdan di vê rewşa giştî de
Di vê rewşê de Kurd wekî bihêztirîn aktora siyasyî û nîzamî tê hesibandin. Li ser vê esasê jî PJAK û KODAR di serdema hilbijartinên Îranê de nexşerêya demokratîkbûnê pêşkêşî raya giştî kir. Vê nexşerêyê dianî zimên ku heger hikûmet mudaxaleyeke navxweyî naxwaze divê qanûna bingehîn were guhertin, girtiyên siyasî werin berdan û ji bo hewayeke demokratîk li nav Îran û Kurdistanê belav bibe divê derfet bête dayîn. Êrîşên DAIŞ’ê yên li dijî Îranê careke din hişyariya nexşerêyê anî rojevê. Divê em mêze bikin ka nîzam û hişmendiya serdest a Îranê çiqas dikare zextên xwe yên tinekirinê li ser partiyên Kurdan bidomîne. Her wiha divê em binihêrin ka rayedarên Îranê çiwas li gel diyalog a bi partî û opozîsyona dijber e.
ŞÊRKO GENCÎ