Dîmenên hilweşandina şikeftên Heskîfê bi dînamîtan derketin holê û ev dîmen tenê yek tiştê dibêjin; danedera ruhekî texrîbkar û dijmirovane yê qirrker.

Dîmen derketin holê ku nîşan didin, li navçeya Heskîfê ya ser bi Êlihê, ya xwedî dîroka 12 hezar salan, dîrok bi dînamîtan tê hilweşandin. Bi dînamîtan zerar hem digihîje hem şikeftên hezar salî û hem jî keleha dîrokî. 
Vê rewşê da der piştî serdana Wezîrê Karê Av û Daristanê yê dewleta Tirk ê dagirker Veysel Eroglu ya Hezîranê. Hingê qaşo peymana “restorekirinê” hat îmzekirin. Piştî vê peymanê bi baheneyên mîna “zinar tehlûke ne” xebata dagirtina derzan hat destpêkirin. Rayedarên dagirker, bêşermî dan zanîn ku ew ê 210 şikeftan texrîb bikin. 
Dîmenên teqandina dînamîtan ku li zinarên dîrokî pêk tên li ser medya civakî hatin parvekirin û rastî nerazîbûna welatiyan jî tên. Çawa neyên, texrîbatên DAIŞ´ê li Mûsil û Palmîra û yên Talîbanê li Banyanê bi heman zêhniyeta li dijî mîrateya hevpar a mirovatiyê pêk hatibûn, û ji me û dîroka me berhemên giranbiha biribûn.

Hewldana Parastina Heskîfê jî li dijî dînamîtkirina Heskîfê daxuyaniyeke nivîskî weşand û banga xwedî derketina Heskîfê li raya giştî ya Kurdistan û cîhanê kir. 


 NAVENDA NÛÇEYAN