Li paytexta Îranê Tahranê, encamên êrîşên hemwest ên DAIŞ´î ên doh danê sibehê de ku li dijî avahiya parlamenê û gora Xumeynî hatin lidarxistin, diyar dibin.
Li gorî daxuyaniyên fermî, di êrîşê de ku DAIŞ’ê berpirsiyarî girt ser xwe, 12 kes hatin kuştin, 42 kes jî birîndar bûn. Her wiha li avahiya parlementoyê 4, li ser gora Xumeynî jî 2 êrişkar hatine kuştin. Her wiha hate diyarkirin ku li her du deveran kesekî bombeya li ser xwe teqandiye.
Li gorî daxuyaniya îstîxbarata Îranê, li her du deveran komên ji 4 kesan êrîş kirine û êrîşa koma sêyemîn jî hatiye astengkirin. Cîgirê Wezîrê Karê Derve Huseyîn Zulfîqarî, îdîa kir ku êrîşkaran cilên jinan li xwe kirine û wisa ketine avahiya parlemanê.
Zulfîqarî yê ku ji televîzyona dewletê ya Îanê re axivî, îdîa kir ku civîna Konseya Ewlekariya Mîllî (doh êvarê pêk dihat) dê bê lidarxistin.
Hêjayi gotinê ye ku çeteyên DAIŞ’ê berpirsyariya êrîşan girt ser xwe û heta dîmenên êrişa li dijî parlemanê jî, hîna dema şer dewam dikir, weşandin. n TEHRAN
Cewad Zarîf tê Tirkiyê
Piştî êrîşên hemwext ên li paytexta Îranê Tehranê diyar bûn, hat ragihandin ku Wezîrê Karê Derve yê Îranê Cewad Zarif wê biçe Tirkiyeyê û wê bi Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlût Çavûşoglu re rûne.
Derbarê rojeva hevdîtinê de ti daxuyanî nehat dayin, tê payîn ku mijarên Sûrî, hevdîtinên Astana yên di nava Hezîranê de pêk werin, krîza welatên Kendavê yên bi pêşengiya Qetar û Siûdî û mihtemelen êrişên li Tehranê bên axaftin.
Nayê zanîn bê ka Zarîf wê bi Serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan re jî rûne yan na. Çav li rê bû, piştî ku nûçeya me hat amadekirin wezîrê Tirk Çavûşoglu bi wezîrê Îranî Zarîf re êvarê rûne.
TEHRAN