Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê tax bi tax bi pêşve diçin û her diçe cîh li çeteyên DAIŞ’ê teng dikin. Di encama şerê dijwar de çerxerêya Sebi Behrat a bajarê Minbicê ji çeteyan hate rizgarkirin û cenazeyên 28 çeteyan ket destê şervanan.
Operasyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla ya rizgarkirina bajarê Minbicê ku di 1’ê Hezîranê de hatiye destpêkirin, didome. Di çerçoveya operasyonê de pêr şervanên Meclîsa Leşklerî ya Minbicê çeteyên DAIŞ’ê di navbera Çerxeriyên Sebi Behrat û Şerîa de, xistin çemberê. Li vê derê şerê dijwar gewimîn û çeteyan hewl da bi riya tirimpêleke bombebarkirî, dorpêça şervanan bişkînin. Lê tirimpêl ji aliyê şervanan ve hat teqandin û her wiha çeteyên ku dixwastin bi motorbisiklêtek û du tirimpêlan birevin, ji aliyê şervanan hatin derpkirin.
Şervanên Meclîsê, piştî şerê dijwar, pêr serê sibê seat 8:00’an Çerxeriya Sebi Behrat ji çeteyan rizgar kir. Her wiha di encama vî şerî de jî 28 cenazeyên çeteyan û gelek cebilxane ket destê şervanan.
Li taxa Hezawnê şer dijwar e
Bi rizgarkirina Çerxeriya Sebi Behrat di navbera Nexweşxaneya Niştimanî û Çerxriya El-Şerîa de bi qasî 2 km ji çeteyan tê paqijkirin. Li wê herêmê di navbera şervanan û çeteyan de, şerê dijwar diqewimin.
Li aliyê din li bakurê Taxa Hezawnê jî di navbera Şervanan û çeteyan de şer dijwar e. Di şer de li vir 4 çete hatin kuştin û ji wan cenazeyên du çeteyan ketin destê şervanan.
Nan û av li ser şêniyên Minbicê qut kirin
Çeteyên DAIŞ’ê ev du roj in şêniyên Minbicê li navenda bajêr kom kirine, nan û av li ser wan qut kirine. Her wiha her welatiyekî ku hewl dide ji malê derkeve, dibe hedefa sekvanên çeteyan.
Li gorî nûçegihanên ANHA’yê, piştî ku çeteyan derbên giran xwarin, ev sê roj in sivîlên ku jin, zarok û pîr jî di nav de hene, li navenda bajêr kom kirine.
Hate ragihandin ku çeteyên DAIŞ’ê nan û av li ser sivîlan qut kiriye û tenê dide çeteyên xwe.
Dîsa hate ragihandin ku dema sivîl li taxên rojhilat û başûrê bajêr hewl didin ku ji malên xwe derkevin, dibin armanca êrişên çeteyan. Çeteyan sekvanên xwe li ser banê avahiyên li wan herêman bicih kirine û her welatiyekî ku dilebite, hedef digerin.
1300 sivîl ji çeteyên xelas kirin
Şervanên Meclîsa Leşkerî li Minbicê 1300 sivîlên din ji çeteyan rizgar kirin. Di şerê pêr bi şev yê li xaçerêya Şerîa û Sebi Behrat ên Minbicê ê navbera şervana û çeteyan de, şervanan ji bo derxistina sivîlan, korîdoreke ewlekariyê vekir. Di vê koorîdorê re 1300 sivîl hatin rizgarkirin.
Di nava sivîlên hatin rizgarkirin de gelek jin, zarok û birîndar hene. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê sivîl derbasî herêmên ewle kirin û dest bi dermankirina birîndaran kir.
Meclîsa Sivîl ji bo koçberan kampê ava dike
Meclîsa Sivîl a Minbicê bi alîkariya rêveberiya Kantona Kobanê, ji bo koçberên Minbicî dest bi çêkirina kampa penaberan kir.
Kampa ku li gundê Kersanê ku bi 7 kîlometreyan li rojavayê bajêr tê avakirin, ji 35 konan pêk tê.
Endamê Meclîsê Omer Walî derbarê avakirina kampê de axivî û got: "Tevî derfetên kêm, em ji bo koçberan kampê amade dikin. Em ê pêdiviyên wan ên jiyanî jî bi cih bînin."
Walî banga alîkariyê li rêxistinên navneteweyî kir û da zanîn ku hejmara koçberan roj bi roj zêde dibe.
Ceyran wê bighêje warên azad
Meclîsa Sivîl a Minbicê her wiha ji bo ku ceyranê bigihîne warên hatine rizgarkirin, zend û bend badan.
Ji aliyekê ve operasyona rizgarkirina Minbicê didome û ji aliyekî ve jî li gund û gundikên hatine rizgarkirin xizmeta gel tê kirin û pêdiviyên wan têne bicîhanîn.
Meclîsa Sivîl a Minbicê jî, li gel pêşwazîkirina pêdiviyên rojane yên gel, xetên ceyranên yên ku çeteyên DAIŞ’ê qut kiribûn jî sererast dike.
Di çarçoveya xebatan de xeta ceyranê ya ku ji bendava Rojava tê û li gundên Minbicê belav dike, ji nû ve tê sererastkirin.
Karkerên ku xetê sererast dikin, gotin, çete beriya ku ji herêmê birevin her der mayîn kirine, lewre ev dibe asteg ku di demeke kurt de ceyran bigihîje gel. Lê tevî vê yekê jî wê xebatên xwe bidomînin.
ANHA/ANF/MINBIC